Amerîka û Çîn dê bacên gumrikê gotûbêj bikin

07-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Çîn Baca Gumrikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên payebilind ên Amerîka û Çînê dê dawiya vê heftê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bicivin, da ku bandorên şerê bazirganiyê sivik bikin û li ser bacên gumrikê yên zêde gotûbêjan bikin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent û Muzakerevanê Bazirganiyê Jamieson Greer dê roja şemiyê bi Alîkarê Serokwezîrê Çînê û rayedarê payebilind ê berpirsê aboriyê He Lifeng re bicivin.

Civîn bi armanca avêtina gavên destpêkê ji bo kêmkirina alozîya bazirganî ya demdirêj a di navbera her du welatan de tê kirin.

Nûçeya civînê destpêkê ji aliyê Amerîkayê ve hat ragihandin û di demeke kurt de ji aliyê Çînê ve jî hat piştrastkirin.

Piştî daxuyaniyê, li borsayên cîhanê atmosfereke erênî çêbû.

Li gorî çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne, alî dê mijarên wekî kêmkirina bacên gumrikê yên zêde yên li ser hin berheman gotûbêj bikin.

“Gotûbêj dê li gorî berjewendiyên me pêk werin”

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê diyar kir ku ew li gorî berjewendiyên welêt, hêviyên aborî yên gerdûnî û daxwazên ji karsazên Amerîkî, ji bo dan û standinên bi Washingtonê re amade ne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê de hat ragihandin ku Alîkarê Serokwezîr He Lifeng dê di navbera 9-12ê Gulanê de biçe Swîsreyê û di vê pêvajoyê de dê bi Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Bessent re têkiliyên aborî û mijarên bazirganî gotûbêj bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Van demên dawî, rayedarên Amerîkî derbarê sererastkirina gumrikan gelek peyam dan. Çînê ev peyam bi baldarî nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst