Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê û endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar ragihand ku rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de girîng e û diyar kir ku Abdullah Ocalan di zemîna diyalog û mizakereyan de roleke cidî lîstiye.
Mîthat Sancar li Stenbolê beşdarî "Konferansa Aştiya Civakî û Demokrasiyê" ya CHPyê bû ku nûnerên kevneşopiyên cuda yên siyasî, akademîsyen û hunermend tê de amade bûn.
Sancar li wir ji Îlke TVyê re axivî û derbarê rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Şamê de nirxandin kirin.
"Mayîndekirina agirbestê girîng e"
Sancar bal kişand ser wê yekê ku mayîndekirina agirbestê ji bo derbasbûna ji şer a ber bi diyalogê ve qonaxeke krîtîk e û anî ziman ku lihevkirin tenê bi tewîzên dualî pêk tê û biland:
"Rêkeftina ji bo ku agirbest ji rewşa bigihe rewşa timî girîng e. Ev cûre rêkeftin bi lihevkirinê çêdibin.
Lihevkirin jî bi tewîzên dualî yên aliyan pêkan e, ferzkirina daxwazên aliyekî tenê nayê wateya lihevkirinê."
"Ocalan aktorekî sereke ye"
Sancar amaje bi rola Abdullah Ocalan a di rêkeftina HSD û Şamê de kir û destnîşan kir ku li Sûriyeyê lihevkirineke ku pêşî li kûrbûna şer girtiye derketiye holê û got:
"Li Sûriyeyê di xala ku em gihîştinê de, lihevkirineke ku pêşî li kûrbûna şer girtiye heye û di vê pêvajoyê de roleke cidî ya Abdullah Ocalan çêbû.
Ji bo dîtina rêyekê bi diyalog û mizakereyê hewldaneke mezin da."
Sancar da zanîn ku hêza çareseriyê û tevkariya pratîk a Ocalan tê zanîn û got:
"Di vê pêvajoyê de Ocalan gelekî girîng e, tewr yek ji aktorên sereke ye. Tevkariya wî ya di çareseriya Sûriyeyê de jî gelekî girîng e."
"Zimanê serkeftin û têkçûnê sûdê nade"
Sancar diyar kir ku di pirsgirêkên ku birînên kûr vekirine de bikaranîna têgehên serkeftin û têkçûnê şaş e.
Wî her wiha got, dibe metna ku derketiye holê ji aliyê hinekan ve kêm an zêde bê dîtin lê zemîna herî kêm hêja ye û berdewam kir:
"Nirxandina vê metnê bi zimanê 'kî bi ser ket, kê winda kir' sûdê nade kesî. Pêwîst e pêvajo wekî 'derbasbûna ji çekan a ber bi axaftinê, ji çeperan ber bi maseyê ve' bê pênasekirin.
Pêvajoya piştî vê dê li gorî mafên Kurdan, ewlehiya gelên din û avakirina jîngeha ewlehiyê ya mayînde li Sûriyeyê şekil bigire. Ev jî tenê bi axaftin û mizakereyê pêkan e."
Serdanên Îmraliyê
Mîthat Sancar bersiva pirsa derbarê serdanên Îmraliyê jî da û ragihand ku serdan bi navînî mehê carekê tên kirin û eger pêwîstî hebe dikarin zêdetir bên kirin lê ji bo hefteya pêşiya me serdaneke plankirî nîne.
Sancar her wiha diyar kir ku hevdîtina li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rojeva wan de ye lê wan hîn bi awayê fermî daxwaza civan nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse