Alîkariyên Kampanyaya Rûdawê gihîştin Hisîçayê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kampanyaya Rûdawê Rojavayê Kurdistanê Hisîça Alîkarî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dibêje, rojane alîkariyên Tora Medyayî ya Rûdawê li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê tên dabeşkirin û heta îro li Qamişlo, Dêrik, Amûde û Hisîçayê alîkarî belav kirine.

Kampanyaya "Renca Rûdaw" ku Tora Medyayî ya Rûdawê şeva 22yê vê mehê li ber Mizgefta Celîl Xeyatê ya li Hewlêrê dest pê kiribû.

Ji bilî Hewlêrê, li ofîsên Rûdawê yên li Silêmanî û Dihokê jî alîkarî hatin komkirin.

Nêzîkî 120 barhilgir ji wan kelûpelên welatiyan di kampanyaya Tora Medyayî ya Rûdawê de pêşkêş kiribûn, gihîştin Rojavayê Kurdistanê.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkariyên ku di çarçoveya Kampanyaya "Renca Rûdaw" dehatine komkirin li Rojavayê Kurdistanê belav dike.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed li ser belavkirina alîkariyan ji Rûdawê re got:

"Piraniya alîkariyan gihîştine û ev sê roj in em belav dikin. Sie dê beşa dawî bigihîje Rojavayê Kurdistanê ku ji 80 barhilgiran pêk tên."

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî got, "Cara yekem me alîkarî gihand Hisîçayê ku ji kampanyaya Rûdawê bû.

Me her wiha li Qamişlo, Dêrik û Amûdeyê jî alîkariyên Rûdawê dan welatiyan."

Qonaxa yekem a belavkirinê

Li gorî gotina Mûsa Ehmed, ew îro qonaxa yekem a belavkirina alîkariyan a li koçberan temam dikin ku piraniya koçberan li xwe digire yên ku li dibistan, mizgeft û avahiyên nîvcomayî hatine bicihkirin.

Mûsa Ehmed her wiha got, "Dû re em dê alîkariyan bigihînin koçberên nav taxan û piştî wan hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku pêdiviya wan hebe dê alîkarî ji wan re were dayîn."

Kel û pelên curbicur

Kel û pelên kampanyaya Rûdawê curbicur in.

Mûsa Ehmed dibêje, "Îro yên mayî di barhilgiran de li depoyan tên komkirin û ji bo belavkirinê tên amadekirin.

Lê em ard ranagirin û rasterast didin firin û aşxaneyên xwe yên ku xwarina germ amade dikin."

Alîkariyên ku hatine komkirin

Di kampanyaya Rûdawê de ku 126 barhilgirên cuda ne, ev kel û pel hatine komkirin:

Derman û pêdiviyên bijîşkî: 55,4 ton

Birinc: 133 ton

Ard: 31 ton

Şîrê tîr: 8 ton

Şîrê toz: 37,6 ton

Paqijker, sabûn û şampûan: 8,2 ton

Ava firingiyan: 9,035 ton

Masiyên qutiyan: 24,6 ton

Goştê sor û goştê mirîşkan ên qutiyan: 26,8 ton

Nan: 5,6 ton

Rûn: 48,5 ton

Nok: 17,2 ton

Fasûlye: 30,5 ton

Nîsk: 15 ton

Savar: 8,7 ton

Mafûr: 24 ton

Mast û penîr: 7,05 ton

Meqerne: 22,01 ton

Vexwarinên gazî: 34,93 ton

Cil û berg: 21,3 ton

Şîremenî: 1,53 ton

Çay: 0,9 ton

Indomî: 0,8 ton

Şekir: 1,8 ton

Ew kel û pelên bi karton û heb in:

Betanî: 9014 heb

Doşek: 3039 heb

Balîf: 415 heb

Sebeteya xwarinê: 11,614 heb

Kartona cixareyan: 105 heb

Sobe: 3506 heb

Şarj: 1480 heb

Pêdiviyên taybet ên jin û zarokan: 3567 karton

Beroş (qûşxane): 1182 heb

Av: 2700 karton

Pêlavên zarokan: 33 karton

Bîberonên şîr: 960 heb

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst