Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê (HJKS) peyamnêra Rûdawê ya li Rojava Vîviyan Fetah xelat kir.
Hewlêr (Rûdaw) – Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê, ji ber kar û xebatên wê yên di warê rojnamevaniya profesyonel de, peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê xelat kir.
Xelata Vîviyan Fetah duh ji aliyê Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê ve radestî Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo hatiye kirin.
Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê (HJKS) ragihandiye, ew jin ji ber rola wan di pêşxistina huşyariya jinan li Rojavayê Kurdistanê di warên cuda de hatine xelatkirin.
HJKSê herwiha du jinên din ên Rojavayê Kurdistanê jî xelat kirine, ku yek ji wan Fesla Yûsif siyasetvana Kurd û serkirdeyeka Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye û ya din Dr. Sîlvana Şuwêş xwediyê bawernameya dîploma di warê psykolojî û rênimayên derûnî ye.
Peyamnêra Rûdawê, Vîviyan Fetah kêfxweşiya xwe li hember xelatkirina xwe ji aliyê HJKSê ve ve diyar kir û ragihand: “Hezkirina xelkê, spasname û xelatkirina aliyan, barê me girantir dike, erkên me zêdetir dike bo karekî baştir bikin, him li ser karê xwe berdewam bin û hin karekî baştir pêşkêş bikin.”
Heyat Qiço, Rêvebera Şaxê Qamişlo ya Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê ji Rûdawê re ragihand: “Em weke Hevgirtina Jinên Kurd me dît ku erk e li ser milê me ku jinên serkeftî ên li navçeya me ku tilîmora wan di civaka me de heye, em wan xelat bikin, yek ji wan jî hevala Vîviyan Fetah e ku bi rastî medyakareka zîrek û serkeftî ye û di warê ragihandinê de xwe pêşxistiye. Di dema şer de û li eniyên germ ên şer nûçe û zanyarî ji xelkê me yê Rojava re pêşkêş dikir.”
Heyat Qiço got: “Em bi hêvî ne kesên zîrek weke Vîviyan bibin mînak ji bo keç û jinên herêma me, daku bikarin bigihin asteke bilin û serkeftî.”
Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê di 13ê Sibata 2012an de hatiye damezrandin, yek ji pêkhateyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye û salê carekê jinên serkefî û nimûne yên Rojavayê Kurdistanê ku di warên cuda cuda de dixebitin, xelat dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse