Helebçe (Rûdaw) – Şivanê ku li Helebçeyê rastî êrişa gurekî hatibû ji mirinê filitî.
Wî şivanî diyar kir ku ew di jiyana xwe de cara yekem e bi gurekî re rû bi rû dimîne.
Hisên Hemeşame yê ku li gundê Newey Binarî Soren ê navçeya Xurmalê ya Helebçeyê cotkarî û şivantiyê dike, di jiyana xwe de cara yekem li rastî êrişa gurekî hat.
Hisên Hemeşame yê ku ji gelek cihên laşê xwe bi taybetî ji rû, ser û destê xwe birîndar bû, diyar kir ku ew şikur dike ku nemiriye.
“Min destê xwe xiste devê wî”
Hisên Hemeşame ji Rûdawê re behsa wê serpêhatiya xwe kir û got:
“10 xulekan beriya ku roj biçe ava bû. Ez di nav ajelan de bûm û ji nişka ve min gurek dît. Min xwest ez rûnim lê derfeta rûniştinê neda min û êrişê kir û bi serê min girt.
Min serê wî girt û xwe paş ve kişand û rûyê min gez kir. Wê gavê ez fikirîm ku heger qirika min gez neke dibe ku ez çend salên din jî bijîm.
Min bi wê cesaretê destê xwe xiste devê wî û wî destê min gez kir û şikand. Di wê gavê de, min hewla da ku xwe rizgar bikim, aliyê din ê rûyê min gez kir.
Min guhên wî girt û zivirandin, min ew gêr kir û xwe xilas kir. Nayê bîra min paşê çi qewimî.”
Li gundê Newey Binarî Soren û derdora wê ev ne êrişa yekem a guran e. Berî çend rojan jî kesekî ku ji bo masiyan bikire çûye gund jî rastî êrişa guran hatibû lê bi derbên sivik rizgar bûbû.
Rêbwar Mihemed ê ku ev demeke li gund şivantiyê dike, anî ziman ku wî êrişên guran bihîstiye lê heta niha rastî êrişê nehatiye.
Li Herêma Kurdistanê kuştina ajelên kovî qedexe ye
Li gor yasayên li ser nêçîrvanî û parastina jîngeha ya Herêma Kurdistanê, kuştina ajalên kovî yên wek gur, çeqel û beraz tenê dema ku derbasî nav zevî û baxçeyan bibin yan jî êrişî ajelan bikin, dibe.
Hisên Hemeşame ji ber ku ne li ser zeviyê xwe bû, mafê wî yê kuştina gur nîne. Ji ber ku li gorî yasayê cezayê kuştina ajelên kovî ji 300 hezar dînarî dest pê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse