Akademîsyenên Kurd: Kilîla pêvajoyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Abdullah Kiran, Hêvîdar Zana û Vahap Coşkun\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abdullah Kiran, Hêvîdar Zana û Vahap Coşkun\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdullah Kiran Vahap Coşkun Pirsgirêka Kurdan Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyênên Kurd Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Abdullah Kiran diyar kir ku ji bo Sûriyeyê sîstema herî baş a siyasî federalîzm e.

Akademîsyenên Kurd Doç. Dr. Vahap Coşkun Prof. Dr. Abdullah Kiran pêvajoya nû ya çareseriyê ya ku ji Cotmeha 2024an ve li Tirkiyeyê dest pê kiriye, xebatên Komîsyona Parlamentoyê û bandora rewşa Rojavayê Kurdistanê ya li ser vê pêvajoyê nirxandin.

Vahap Coşkun û  Abdullah Kiran bûn mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersivên Hevîdar Zanayê bersivandin.

Akademîsyenan destnîşan kir ku gavên girîng hatine avêtin lê "siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava şaş e" û çareseriya bingehîn di guherîna destûrê de ye.

"PKK çek danîn û vekişiya"

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, bal kişand ser gavên ku ji sala 2024an ve hatine avêtin û diyar kir ku qonaxeke baş hatiye bidestxistin.

Coşkun di berdewamiyê jî de got, "PKK çek danîn, xwe ji Tirkiyeyê û xeta sînor vekişand.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyonek hat avakirin û rapor hatin amadekirin ev gavên girîng in."

Vahap Coşkun diyar kir ku çareserkirina Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê zehmet e û gelek kes li dijî vê pêvajoyê disekinin lê dîsa jî pêvajo gihiştiye qonaxeke girîng.

Akademîsyen Coşkun destnîşan kir ku du astengiyên mezin li pêşiya pêvajoyê ne ku yek jê çarçoveya yasayî ye, ya duyem jî pirsgirêka Sûriyeyê ye.

"Di raporan de statuya Kurdan nîne"

Mamosteyê Zanîngeha Mûşê Prof. Dr. Abdullah Kiran jî xebatên Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê û raporên partiyan nirxandin.

Kiran diyar kir ku rapor zêdetir li ser "demokratîkkirina Tirkiyeyê" disekinin ne li ser statuya Kurdan.

Akademîsyen Kiran got,"Di rapora DEM Partiyê de behsa mafê ziman û perwerdehiyê tê kirin lê di çarçoveya demokrasiya Tirkiyeyê de ev behs hatiye kirin.

Ev mesele wekî meseleyeke etnîkî û statuya gelekî cih negirtiye.

Tenê HUDA PARê bi awayekî zelaltir dibêje ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî."

Prof. Dr. Kiran anî zimên ku ji ber nebûna pênaseya statuya Kurdan û zimanê Kurdî di raporan de, ew "pir bi hêvî nîne" lê dîsa jî çekberdana PKKyê wekî tiştekî baş dibîne.

"Siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojava şaş e"

Her du akademîsyenan jî teqezî li ser wê yekê kir ku kilîla çareseriya pêvajoyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye.

Vahap Coşkun siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî HSDyê rexne kir û got:

"Tirkiye nêzîkî Şamê û dijî HSDyê disekine, ev siyaseteke şaş e.

Tirkiye daxwazên HSDyê yên wekî 'nanavendîbûnê' wekî perçebûna Sûriyeyê dibîne lê ev ne rast e.

Ne tenê Kurd, Durzî û Elewî jî ji ber nebûna baweriyê daxwaza pergaleke nanavendî dikin."

Dr. Coşkun her wiha got ku dîtina HSDyê wekî "gef" ji bo Tirkiyeyê ne rast e û mînaka Herêma Kurdistanê da ku berê Tirkiyeyê ew jî wekî gef didîtin lê niha ne wisa ye.

"Federalîzm ji bo Sûriyeyê çareseriya herî baş e"

Prof. Dr. Abdullah Kiran jî ji aliyê peywendiyên navneteweyê ve rewşa Sûriyeyê şirove kir û got ku sîstema unîter ji bo Sûriyeyê "kirasê teng" e.

Kiran di berdewamiyê jî got,"Sûriye ji Kurd, Ereb, Elewî, Durzî û Xiristiyanan pêk tê.

Sîstema unîter a Beasî bû sedema kuştina 500 hezar kesan.

Daxwaza Tirkiyeyê ya ku dibêje 'Bila HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe' ne realîst e. Kurd ji sala 2012an ve li wir xwedî statu ne.

Madem Tirkiye ew qasî baweriya xwe bi Şamê tîne, çima Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê radestî dewleta Sûriyeyê nake? Ev nîşan dide ku baweriya Tirkiyeyê jî bi Şamê nayê."

Pêşeroja pêvajoyê

Vahap Coşkun li ser qonaxa piştî çekdanînê axivî û diyar kir ku tenê danîna çekan pirsgirêkê çareser nake.

Akademîsyenê Kurd Coşkun di dawiyê jî de got,"Daxwazên Kurdan diyar in, zimanê Kurdî di perwerde û kar û barên dewletê de, pergala îdarî ya nanavendî û pênaseya hemwelatiya demokratîk.

Ev hemû girêdayî guherîna destûra bingehîn in. Divê Kurd ji bo vê qonaxê alternatîf û siyaseta xwe amade bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst