Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî ji bo hatina sala nû peyamek belav kir û tekezî li ser nûkirina soz û xebata hevbeş kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyama sersalê weşand.
Ebdî di peyama xwe de got, "Bi boneya hatina sala nû ya zayînî, ez pîrozbahiyê li gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û rengên wê ve, hevalên şervan û malbatên serbilind ên şehîdan dikim."
"Em soza xwe nû dikin"
Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku ew bi hêviyên nû sala 2026an pêşwazî dikin û anî ziman:
"Li gel destpêka sala nû, em ji bo avakirina Sûriyeyeke bipêşketî ku xêr û aştî tê de serdest be tekezî li ser nûkirina soz û xebata bi hev re dikin."
Peyama ji bo Sûriyeyeke aram
Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de hêviya xwe ya ji bo paşeroja Sûriyeyê anî ziman û got:
"Em dixwazin Sûriyeyeke wisa ava bikin ku hemû zarokên welat tê de di bin siya ewlehî û aramiyê de bijîn. Sersala we pîroz be."
Ev peyama Ebdî di demekê de tê ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guherînên mezin ên siyasî û leşkerî rû didin û hewlên ji bo çareseriya siyasî û yekîtiya navxweyî berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse