Li 20 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kuridstanê Berf Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berf û sermayê li 20 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 11 parêzgehên Tirkiyeyê îro dibistan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê 3 roj in pêleke berfê dest pê kiriye, rêyên bi sedan gundan hatine girtin û jiyana rojane ya welatiyan zehmet bûye.

Ji ber berf û sermayê li parêzgehên Mêrdîn, Mûş, Riha, Colemêrg, Agirî, Wan, Bedlîs, Xarpêt, Dêrsim, Amed, Sêwaz, Sêrt, Dîlok, Meletî, Kilîs, Semsûr, Çewlîg, Êlih, Mereş û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê îro dibistan hatin girtin.

Her wiha li 11 bajarên Tirkiyeyê jî îro ji ber berfê perwerde hat rawestandin.

Hişyariya "Koda Zer"

Ji aliyê din ve Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li 42 parêzgehan hişyariya di asta “zer" de ya berfê belav kir ku piraniya wan bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Tê pêşbînîkirin ku pileyên germê 4 heta 10 pileyan dakevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst