‘Cinawirê Gola Wanê’ hat firotin

01-08-2025
Nîşan Cinawirê Gola Wanê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peykerê "Cinawirê Gola Wanê" yê ku peykersazê Îranî Elî Mutiî bi nêzîkî 600 kîlogram hesinê di nava sê mehan de çêkir, bi 350 hezar lîreyî hat firotin.

Peykarsaz Elî Mutiî yê 56 salî, peykerê ku 5 metre dirêj û 2 metre bilind e, bi parçeyên wekî vîde, cîvata, parçeyên motorê, hesinê avahiyan û bizmaran çêkir.

Peykersazê ku bi piştgiriya xwe ya ji bo “Projeya Sifir Bermayî” jî tê naskirin, bi çêkirina cinawirê efsanewî yê Gola Wanê eleqeyeke mezin dît.

Peyker li ber xwaringeheke hemberî Keleha Wanê ye tê nîşandan.

“Cinawirê Gola Wanê bûye fîgurek ê bajêr”

Xwediyê xwaringehê Hamza Kurt got ku wan xwestiye bi kirîna peyker piştgiriyê bidin geştyariyê û wiha domand:

“Cinawirê Gola Wanê fîgurek e ku bi bajêr re bûye yek. Ji ber ku di efsaneyan de cih digire û di medyaya civakî de gelek caran tê rojevê, me biryar da ku em peyker bînin baxçeyê xwe.

Gelek kes tên li ber peyker wêneyên xwe digirin û ji vê yekê kêfxweş in.”

Mutiî da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe ve peykeran çêdike û got:

“Li Wanê nêzîkî 150 peykerên min hene. Min Cinawirê Gola Wanê bi îlhamwergirtina ji efsaneyê çêkir.

Ji 600 kîlo hesînê xurde hatiye çêkirin

Min 600 kîlo hesinê xurde kom kir û di sê mehan de temam kir.

Min pêşî li peravê Gola Wanê nîşan da û gelek eleqe dît. Paşê hat firotin û niha li ber xwaringehê pêşwaziya mêvanan dike.”

Geştyarên xwemalî û biyanî yên ku cihên dîrokî ziyaret dikin, li ber wî peykerê sembolîk ê ku dişibe dînozoran wêneyan digirin û li ser medyaya civakî parve dikin û bi vî awayî beşdarî danasîna Wanê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst