Gola Çaliyê ji 185 cor teyrikan re bûye hêlîn

03-06-2023
RÛDAW
Li parêzgeha Qersê Gola Çaliyê ji bo 185 cor teyrikan bûye hêlîn
Li parêzgeha Qersê Gola Çaliyê ji bo 185 cor teyrikan bûye hêlîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gola Çaliyê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye û ji bo 185 corên teyrikan bûye hêlîn.

Devera Serhedê bi awayekî giştî di aliyê teyrik û tilûran de gelekî dewlemend e. Bi sedan cureyên teyrikan li wir têne dîtin û gelek cureyên din jî di dema koça xwe de wê deverê weke rawestgeh bikar tînin. Gola Çaliyê ya ku dikeve nava sînorên Qersê bûye hêlîna 185 corên teyrikan.

Rêveberê Navenda Lêkolîn û Cîbicîkirina Zanista Teyrikan ku ser bi Zanîngeha Îdirê ve ye dibêje, îsal 2 corên nû yên teyrikan tomar kirine û her ku diçe teyrik û tilûrên ku xwe li derdora golê digrin, zêdetir dibin.

Rêveberê KUŞMERê Emrah Çelik got: “Gol nêzîkî navenda Qersê ye. Berê 183 corên teyrikan hatibûn tomarkirin. Piştre di encama kar û xebata xwe de me 2 corên din jî tomar kirin.”

Yek ji wan golên ku li cihekî herî bilind yê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2016an ve wek "Qada avî ya di asta neteweyî de girînge" tê parastin.

Emrah Çelik  heriha got: “Ji bo çavdêrên teyrikan cihekî girînge ji ber nêzîkî rê ye. Bi asanî dikarin bên û bigerin. Ji bo teyrikan jî cihekî girîng e.”

Gola Çaliyê li cihekî bilindahiya wê 2 hezar û 237 metre ye û ava kaniyên xwezayî diherikin wê derê. Ji ber qadeke avî ye teyrikên koçber jî dema ji Efrîqayê ber bi Rûsyayê ve diçin li vê derê demkî dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst