Dahata YouTubeyê gihîşt 60 milyar dolarî

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan YouTube Google Dahat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Googleyê ragihand ku par platforma YouTubeyê kariye 60 milyar dolar dahat ji bo şirketa wan dabîn bike.

Ev dahata mezin a YouTubeyê bi saya reklaman û pereyê endamtiya platformê hatiye bidestxistin.

Dahata sala borî ya YouTubeyê ji ya rikebera wê Netflixê gelekî zêdetir e.

Netflixê sala 2025an kariye 45 milyar dolar dahat kom bike.

20 sal di ser kirîna YouTubeyê ya ji aliyê şirketa Googleyê ve derbas dibin.

Şirketa Googleyê ji ber vê yekê dahata sala 2025an a YouTubeyê bi awayekî cuda eşkere kiriye.

Şirketa Googleyê sala 2006an YouTube bi 1,65 milyar dolarî kirîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst