Li Amedê 'Mala Hêrsê' hat vekirin: Bişikîne û xwe rihet bike

3 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Amed Mala Hêrsê Hamza Durmaz Şikandin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê, welatiyê bi navê Hamza Durmaz "Mala Hêrsê" vekir.

Kesên ku hêrs dibin û dixwazin hêrsa xwe biavêjin, tên vê derê û bi pereyên xwe kel û pelan dişkînin.

Li "Mala Hêrsê" her cûre kel û pelên wekî sarinc, televizyon, eşyayên cam û firaqên porselen ji bo şikandinê hatine amadekirin.

Kesên ku dixwazin hêrsa xwe birijînin û mejiyê xwe vala bikin, bi deqeyan van eşyayan dişkînin.

“Ev der navendeke terapiyê ye”

Xwediyê malê û karsazê ciwan Hamza Durmaz diyar kir ku wî ji ber hêrsa xwe ev der vekiriye.

Durmaz destnîşan kir ku ev der wekî navendeke terapiyê ye û ragihand kesên ku zû hêrs dibin û hêrsa wan dirêj didome, tên vê derê û bi dilê xwe zirarê didin kel û pelan.

Hemze Durmaz çîroka vekirina vê navendê wiha vegot:

“Dema ez hêrs dibûm min nedikarî xwe kontrol bikim. Li malê jî pirsgirêkên min hebûn.

Min got ez pêşî xwe biceribînim ka bi kêr tê an na. Piştî min ev der vekir, va ye 35-40 roj in bi hevjîna min re ti pirsgirêkeke min tune.

Hevjîna min bi xwe jî ev yek got. Piranî jin û mêr tên vê derê.

Dibe ku pirsgirêkên jin û mêrên zewicî zêdetir in. Ew li şûna ku li malê zirarê bidin eşyayên xwe, tên li vir hêrsa xwe derdixin.”

Li gorî xwediyê navendê, li Ewropa, Amerîka û hinek bajarên Tirkiyeyê jî navendên bi vî rengî hene.

3 odeyên taybet hene

Li Mala Hêrsê 3 odeyên taybet hene ku tê de kel û pelên şikandinê hatine amadekirin.

Ew kel û pelên ku bi nîzamî tên danîn, di nav çend deqeyan de hûrhûr dibin.

Şirîkê navenda Hêrsê Muhammed Huseyîn Akgul jî got:

“Ez aciz bibûma, bêhna min teng bibû. Em xizmetê didin mişteriyên xwe, me got em werin hinekî bêhna xwe fireh bikin.

Min şikand, va ye tu dibînî dara min jî şikest, ev jî perçeyê wê ye. Min cam û tebax şikandin.”

Welatî hêrsa xwe çawa derdixin?

Welatiyên Amedê jî behsa awayên derxistina hêrsa xwe dikin.

Hinek ji wan li dîwaran dixin, hinek diqîrin û hinek jî dixwazin tiştan bişkînin.

Abdullah Dursun: “Dema ez hêrs dibim, ji bo hêrsa xwe bixwim mîna bavê xwe destê xwe li dîwêr dixim.”

Suleyman Coşkun: “Ez zû hêrs dibim, dema hêrs jî dibim serê xwe li dîwaran dixim.”

Muhamed Adim: “Dema ez hêrs dibim ez xwe winda dikim. Di wê demê de çi di destê min de be divê ez bişkînim. Nexwe dilê min rihet nabe.”

Remzî Işik: “Dema hêrs bûme min televizyon şikandiye, komîdîn şikandiye.”

Mehmet Şukru Biçak: “Ez qerebalixiyê dikim û hema diqîrim.”

Hebîbe Çîçek: “Welleh ez qet hêrs nabim. Bêhna min fireh e.”

Muhammed Denîz: “Wexta hêrs dibim ez hêrsa xwe ji eşyayan derdixim.”

Ev cih çend meh in vebûye û ji bilî kesên bi hêrs, beşek ji welatiyan jî ji bo kêfê û bîranîneke cuda serdana Mala Hêrsê dikin.

Welatiyê bi navê Bayram Kiliç got, “Ez hatim van deran bişkînim û stresa xwe bavêjim. Ez ji bo kêfê hatim.”

Veysel Elçîçek jî diyar kir, “Ez ji bo stresa xwe bavêjim hatim vê derê. Min her tişt şikand û stresa xwe avêt.”

Li vê navenda balkêş, bihayê pakêta biçûk a amûrên şikandinê ji 600 lîreyên Tirkî (nêzîkî 17 dolaran) dest pê dike û li gorî kel û pelan zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst