Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynên têlkariyê yên ku li Enstîtuya Pêgihandinê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê tên amadekirin, ji bo "14ê Sibatê Roja Evîndaran" bûn tercîha kesên ku li diyariyên taybet digerin.
Enstîtuya Pêgihandinê ya Mêrdînê di avahiya dîrokî ya ku sala 1892yan wekî Dibistana Riştiyeyê hatibû vekirin de xebatên xwe dimeşîne.
Li vê derê hunera telkariyê ya ku yek ji hunerên destan ên qedîm ên zîv e tê parastin û didome.
Sêwirînên ku ji aliyê tîma lêkolînê ya enstîtuyê ve tên amadekirin, îlhama xwe ji motîfên li ser malên kevirî, medrese, mizgeft û dêran digirin.
Ev sêwirîn bi destê hosteyan li ser guhar, broş, gerdenî, bazin û gustîlan tên neqişandin.
Berhemên ku mîrata çandî ya bajêr li xwe digirin, wekî diyariya "14ê Sibatê Roja Evîndaran" eleqeyeke zêde dibînin.
"Em zîv dineqişînin"
Birêvebira Enstîtuyê Tugba Munganê diyar kir ku wan li ser çanda Mêrdîn û Şirnexê lêkolînên berfireh kirine.
Tugba Munganê bal kişand ser wê yekê ku yek ji 6 atolyeyên wan atolyeya xişir û xemlan e.
Hosteyê têlkariyê Îbrahîm Cirik jî da zanîn ku ew sêwirînên diyarkirî bi têlên zîvîn dineqişînin û dikin xişirên wekî guhar, gustîl, gerdenî û broş.
Emirhan Yigitê ku ji Sakaryayê çûyê Mêrdînê diyar kir ku ew gelekî di bin bandora hunera têlkariyê de maye.
Nişteciha Mêrdînê Birgul Orakê jî got ku ew dixwaze di Roja Evîndaran de diyariyeke ji berhemên hunera têlkariyê ji hevjînê xwe re bikire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse