Almanya - Nifûsa wê 83 milyon e lê 84 milyon duçerx hene

04-06-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Duçerx
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê ji 45,8 milyon karmendan ji sedî 65ê wan bi duçerxan ango bisikletan diçin kar.

Li Almanyaya ku nifûsa 83 milyon 550 hezar e, zêdetirî 84 milyon duçerx hene. Ji sedî 55ê Almanan duçerxê wekî "amûra herî giring a veguhastinê" dinirxînin.

Li gorî Saziya Amaran a Federal a Almanyayê, ji 45,8 milyon karmendan ji sedî 65ê wan bi duçerxê diçin karên xwe.

Hikûmeta Almanyayê ji bo parastina jîngeh, seqayê û baştikirina tenduristiya welatiyên xwe bi projeyên cuda sîstema rêyên duçerxê bi pêş dixe.

Di çarçoveya 3yê Hezîranê Roja Cîhanî ya Duçerxan de, Wezîrê Veguhastinê yê Almanyayê Patrick Schneider 9emîn Kongreya Neteweyî ya Duçerxan vekir.

Schneider berî Kongreyê ragihandibû, "Eger welatî sîstemeke baş a duçerxan li ber deriyên xwe bibibînin, ew yek dibe asankariyek ji bo bêhtir bikaranîna duçerxan."

Schneider amaje bi wê jî kir ku ev yeke ne tenê dê bandoreke erênî li ser tenduristiya wan hebe, di heman demê de dê parastina keş û hawayê yan jî dê geştiyariyê li nav bajaran de zêdetir bike.

Li gorî Wezareta Veguhastinê ya Almanyayê, derdora 12 hezar kîlometreyan rêyên duçerxan hene.

Li seranserê Almanyayê herêm û cihên geşt û guzarî bi rêyên duçerxan ve hatine girêdan.

Almanya yek ji welatên pêşeng ên duçerxan e.

Di salên dawî de cadeyên otombîlan hatine kêmkirin, yên durçexan zêde bûne.

Ev hemû bûne rêxweşker ji bo bêhtir bikaranîna amûreyên jingehparêziyê.

Wezareta Veguhastinê diyar kiriye ku zêdeyî ji sedî 80yê malan duçerx bi kar tînin.

Li gor heman çavkaniyê ji sedî 55ê welatiyên Almanyayê bi duçerxan çû û hatinê dikin.

Bandorên li ser tenduristiyî

Bi gotina Saziya Amaran a Federal yek ji sûdên bikaranîna duçerxan ew e ku rê li ber nexweşiyên dil digire û ji bo kêmkirina pirsgirêka laşî jî gelekî baş e.

Li gorî zaniyariyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanû û Saziya Amaran Almanyayê, bi bikaranîna duçerxan heftane 75 xulekan, her mirovek dikare salane 2000 Euroyan kom bike.

Qezayên girêdayî duçerxan

Li gel zêdebûna duçerxan rûdanên ziyanbexş jî hene. Saziya Amaran a Federal 2024 ragihandibû ku 441 kes di qezayên duçerxan de mirine.

Heman saziyê da zanîn ku 2024an 92 hezar û 882 qezayên duçerxan hatine tomarkirin.  Di 44 hezar û 424 ji wan de ajovanên otombîlan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst