Pîrejina Kurd 100 sal derbas kiriye lê gelek helbest û çîrokan ji ber xwe dizane

05-06-2023
RÛDAW
Delal Sedûn a ku temenê wê ji 100 salan derbas bûye, hêjî li ser hişê xwe ye û her tişt tê bîra wê
Delal Sedûn a ku temenê wê ji 100 salan derbas bûye, hêjî li ser hişê xwe ye û her tişt tê bîra wê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Çil Axa yê ser bi Dêrikê ve li Rojavayê Kurdistanê pîrejinekê 100 sal temen derbas kiriye, lê hêj di hişê wê de gelek helbest, stran û çîrokên Kurdî mane.

Delal Sedûn a ku temenê wê ji 100 salan derbas bûye hêjî li ser hişê xwe ye û her tişt tê bîra wê.

Delal Sedûn gelek çîrok, stran û helbestên Kurdî ezber kirine. Ji xeynî zimanê xwe yê dayîkê Kurdî, ew  herdu zimanên Erebî û Tirkî jî dizane.

Delal Sedûn ji Rûdawê re wiha behsa xwe dike: “Emrê min sed û hinek e. Min di dema xwe de bi qantırın cotkari kiriye. 14 zilam hebû û ez jî ya 15emîn bû me cotkarî dikir. Wê demê pezê me, çêlekên me û gamêşên me hebûn. Em diçûn bihariya min pez didot. Zilamê min bi mixtar û axayan re bû. 100 mêvanên wî bihata jî eleqeya wî bin wan re nedibû min ji wan re xwarin amade dikir. Carna min berx, carnan bizin û carnan jî mih ji wan re serjêdikir.”

Pîrejina Kurd 6 zarok û 50 neviyên wê hene.

Delal Sadûn ku hemû êş û xemgînî di qemiçokên rûyê wê de xuya dibin, strana “Hoy Hoy Memo” dibêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst