Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê pêşbaziya xwarinên herêmî hat lidarxistin, 42 jinan hunerên xwe nîşan dan.
Li Parka Mewlanayê li kafeyekî pêşbaziya xwarinên herêmî hat lidarxistin.
42 jinên ku beşdarî pêşbaziyê bûn kutîlk, taplemeya cîgerê, glorik, dolmê keleman, girara karî û dolmeyên kundir ên bi sîr û mast çêkirin.
Parêzgarê Bedlîsê Ahmet Karakaya beşdarî bernameyê bû û got ku çalakiyên wiha piştgiriyê didin jiyandina nirxên çandî.
Şaredarê Bedlîsê Nesrullah Tanglay jî diyar kir ku pêşbazî êdî bûye wekç kevneşopiyek û got ku "Mitbexa herêmî ya Bidlîsê gelekî dewlemend e.
“200 xwarinên Bedlîsê yên tên zanîn hene”
Dora 200 xwarinên Bedlîsê yên di dîrokê de tên zanîn hene. Me hin ji van çêkirin."
Parlamenterê AK Partiyê Turan Bedîrhanoglu jî spasiya kesên beşdarî pêşbaziyê bûn kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse