Ekspresa Amedê sefera xwe ya ewil a heyamê temam kir

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ekspresa Amedê Trên Amed Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Trêna Ekspresa Amedê ya turîstîk di xeta Enqere-Amed-Enqereyê de sefera xwe ya ewil a heyamê temam kir.

Trêna ku 11ê Nîsanê roja Înê ji Gara Enqereyê dest bi sefera xwe kir, li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê sekinî.

Li Meletiyê mişmiş li geştyaran hatin belavkirin, muzîkjenên herêmî stran gotin, rêwiyan govend gerand û û ew bi qasî 3 saetan li bajêr geriyan.

Geştyarên ku roja şemiyê gihîştin Amedê li cihên dîrokî û turîstîk geriyan û şevekê li bajêr man.

Piştî bêhnvedana şevekê geştyar dîsa ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

Trên di rêya vegerê de jî li Stasyona Xarpêtê sekinî, geştyar bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.

Geştyaran li vir bi qasî 4 saetan cihên dîrokî yên herêmê ziyaret kirin.

Trênê bi 130 geştyarên xwe ve sefera xwe ya ewil temam kir û gihîşt Enqereyê.

Geştyaran di vê rêwîtiyê de cihên siruştî û dîrokî yên Bakurê Kurdistanê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst