WAN - Arkeolog li dûv şopa jiyana Urartuyan in

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Xawesor Urartu Kolandin Arkeolog
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xawesorê ya parêzgaha Wanê ya Bakurê Kurdistanê arkeologên di nekropolê de vekolanê dikin û hewl didin edetên veşartina miriyan, jiyana civakî û şopên rêveberên kelehê yên dewra Urartuyan derxin holê.

Li keleha Xawesorê Çku bi destê Qralê Urartuyan Sardûrê IIyemîn Beriya Zayînê di alên 764-734an de hatiye çêkirin û her wiha li nekropola li milê wê yê bakur xebatên kolana şûnwarên dîrokî îsal jî bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê dest pê kirin.

Di xebatên kolandinê de yên ku ji aliyê ekîbeke arkeologên pispor ên bi serokatiya Birêvebirê Fakulteya Edebiyatê û Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu tên meşandin, zanyariyên ku dîroka bajêr ronî dikin, hatin bidestxistin.

Ekîba kolandinê ya ku li gel xwelî û xubarê û her wiha germa havînê xebatên xwe didomînin, li nekropola ku tê texmînkirin çîna rêveber a Kelehê tê de veşartî ye, bermahiyên skelet û seramîkan derxistin holê.

Tê çaverêkirin ku ji bermahiyan ku ji aliyê arkeologan tên vekolîn, edetên veşartina miriya, jiyana civakî û aborî û her wiha şopên rêveberên kelehê yên dewra Urartuyan bên tesbîtkirin.

Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu diyar kir ku di çalakiyên kolandinê heta niha ew di warê edetên veşartina miriyan ên Urartuyan de rastî bermahiyên ecêb hatin.

Çavuşoglu her wiha bal kişand ku heya xebatên kolandinî bidomin, ew dê rastî bemahiyên ecêb û seyr werin û bermahiya herî ecêb jî ew mohr bûn ku li ser skeletên jinan derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst