Ji bo nasandina Wanê komeleyeke bisiklêtsiwariyê hat avakirin

23-11-2023
RÛDAW
120 endamên komeleyê hene
120 endamên komeleyê hene
Nîşan Wan Komeleyeke Bisiklêtsiwariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo nasandina bajêr komeleyeke bisiklêtsiwariyê hatiye avakirin û endamên wê her hefte cihekî didin nasîn.

Hinek mamosteyên li bajarê Wanê, Komeleya Bisiklêtsiwariyê ava kir û ew mamoste dixwazin balê bikişînin ser başiya liv û tevgerê ya ji bo tenduristiyê.

120 endamên Komeleya Bisiklêtsiwariyê hene.

Ew, her hefte bi bisiklêtên xwe dadikevin nava bajêr û digerin û dixwazin vê werzişê berbelav bikin.

Hinek ji wan ji bajarên Tirkiyeyê çûne û bi rêya wê komeleyê derfetê dibînin ku navçeyên dîrokî û geştyarî jî bibînin.

"Em dixwazin çanda Wanê bidin nasîn"

Serokê Komeleya Bisiklêtsiwariyê ya Mamosteyên Wanê Hakan Durgun got:

"Komeleya me piştî vebûna dibistanan meha îlonê bi awayekî fermî hat damezrandin. Li gel geşta îro heta niha me derdora 9 çalakiyan pêk anîne.

Armanca me ew e ku em çanda cuda ya bajarê xwe bi mamosteyan bidin nasîn û di nav mamosteyan de pêwendiyan zêdetir bikin.

Lê armanca me ya sereke ew e ku em werzişa bisiklêtê bi mirovan bidin hezkirin."

Deverên cuda yên bajêr dibînin

Ew her hefte bi bisikletên xwe bi kîlometreyan rê diçin û deverên cuda yên Wanê dibînin.

Mamoste Esra Taşçiyê jî got:

“Min li Eskişehîrê bisiklêt diajot, dema ez hatim Wanê min gelekî lêkolîn kirin. Min dît ku Wan di vê mijarê de gelekî çalak e û geştên bi bisiklêtan tên lidarxistin.

Li gel hatina vê derê û cihgirtina di nav komeleyeke wiha de min kêfxweş dike. Li şûna ku ez Wanê bi serê xwe bigerim, geşta bi komeleyeke wiha re gelekî xweştir e."

Berpirsên komeleyê dibêjin çalakiyên Wanê yên li bajar her ku diçe bêhtir balê dikşînin û bi vê yekê jî hejmara endamên wan roj bi roj zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst