Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Mahmut Ozçelebî yê 87 salî ev 77 sal in bi kelecan û eşq zîvkariyê dike.
Bikaranîna zîv di xişir û xemlê de wekî gelek miletan di nav Kurdan de jî adeteke gelekî kevnar e.
Li Bakurê Kurdistanê hostayên herî navdar ên vî karî li navçeya Midyadê ne lê li bajarên din jî tek û tûk mane û hewl didin pîşeya zîvkariyê zindî bihêlin.
87 salî ye lê mina gêncekî dixebite
Mahmut Ozçelebî zîvkarekî xelkê Sêrtê ye û di 87 saliya xwe de jî hîna li ser karê xwe ye. Ew dibêje, 77 sal in zîvkariyê dike û hîna wekî gêncekî bi kelecan û eşq karê xwe dike.
Ew ji zîv berhemên nû çêdike û di heman demê de tiştên ku têk çûne temîr dike.
“Qet mihtacî kesî nebûye”
Hostayê zîvkariyê Mahmut Ozçelebi got:
“Dema ez 7-8 salî bûm pismamê min zêringer bû û min wekî şagirt li cem wî dest bi kar kir.
Piştî ku ji erkê serbaziyê vegeriyam min dikanek vekir. Ez qet mihtacî kesî nebûm û debara jiyana min her li ser dahata vî karî bûye.”
Bi zîvkariya zarokên xwe mezin kirin
Hostayê zîvkariyê Mahmut Ozçelebî bavê sê keç û sê kuran e. Wî bi dahata dikana xwe zarokên xwe xwedî kirine û zewicandine.
Bi gotina Mahmut Ozçelebî berhemên ku çêdike ne tenê ji bo xemlê ne herwiha hinek ji wan hêzê didin dil û hinek jî mirovan ji çavan diparêzin.
Welatî Mehmet Guzel jî got, “Birayê Hecî Mehmut 60-70 sal in vî karî dike. Karekî helal dike û ji pîşeya xwe hez dike.”
Çanda zîvkariyê li Sêrtê didome
Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Sêrtê Abdulkadîr Demîrhan jî da zanîn ku heta niha jî çanda zîvkariyê li bajarê wan berdewam dike û got:
“Niha li Sêrtê yên ji kevn de wî karî dike, hostayê zîvkariyê Hecî Mehmut Ozçelebî ye. Xweda temenekî dirêj bide wî.”
Zîvkarî li Kurdistanê pîşeyeke gelekî kevnar e. Mahmut Ozçelebî yek ji wan kesan e ku dixwaze her vê pîşeyê zindî bihêle û radestî nivşê nû bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse