Geştyar ji bo dîtina hirçan diçin Gola Nemrûdê

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan Gola Kraterê ya Nemrûdê Tetwan Geştyar Hirç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Kraterê ya Nemrûdê ya li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di mehên havînê de bi hewaya xwe ya hênik û bedewiyên xwe yên xwezayî eleqeyeke mezin ji aliyê geştyaran ve dibîne.

Piraniya geştyarên ku diçin Gola Kraterê ya Nemrûdê rastî hirçan tên.

Hinek geştyar ditirsin û hinek jî wêneyên hirçan digirin.

“Bawer bikin heta niha kabokên min dilerizin”

Geştyara bi navê Tulîn Çoşkunê got, “Destpêkê dema em hatin Nemrûdê, me hirçên biçûk dîtin.

Me xwe têk neda. Lê bawer bikin di vegerê de em rûbirûyê hirçeke mezin û kudikên wê bûn.

Li beramberî me be. Bawer bikin heta niha kabokên min dilerizin.”

“Ev der hêjayî dîtinê ye”

Her çiqasî li vê navçeyê hirçan êrişî ti kesan nekiriye lê dema geştyar van ajelên kovî dibînin ecêbmayî dibin.

Tulîn Coşkunê her wiha got, “Sê çar demjimêr in li vê derê me, min pênc hirç dîtin.

Loma pêşniyar dikim gelekî agahdarî xwe bin. Lê evder cihekî xweş e û hêjayî dîtinê ye.”

Gola Nemrûdê Xelata Herî Baş a Cihên Geştyarî yên Ewropayê wergirtiye.

Vê yekê wiha kiriye ku bala biyaniyan jî bikşîne.

Geştyar Sergiu Dumbrava jî got, “Ez ji bo bazirganiyê li vê derê me lê yekşeman bêhnvedanê me ye, vêca hatim vê derê.

Min bi rêya malperekê zanyarî li ser vê derê wergirtin û min xwe amade kir. Ji ber ev der cihekî xweş û rind e! Loma hatim.”

Bilindahiya wê deverê 2 hezar û 250 metre ye.

Ji xeynî hirçan, geştyar dikarin çendîn cor teyrik û balindeyan jî bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst