Rêxistineke Brîtanî li ser kêmbûna perperikan hişyarî da

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Butterfly Conservation Perperik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê jîngehdost û xwezahez tên teşwîqkirin ku vê havînê beşdarî çalakiya parastina jiyana perperikan bibin.

Rêxistineke Brîtanî ya bi navê Butterfly Conservation hişyarî da ku hejmara perperikan û ajelên din ên ku polenan ji bo kulîlk û daran belav dikin kêm dibe ku ev yek jî zerarê dide sîstema jîngehê.

Perperik û ajelên din ên wek mêşên hingiv polenan li ser tovên kulîlkan belav dikin û alîkariya zêdebûna giya û daran dikin.

Çalakî bi navê Serjimêriya Perperikan e ku wek serjimêriya herî mezin tê hesibandin û heta meha tebaxê dê berdewam bike.

Di çarçoveya çalakiyê de ji xwebexşan hatiye xwestin ku li ser perperikên li baxçeyên xwe yan jî li kolanan dibînin amaran ber hev bikin.

Rêxistina Butterfly Conservationê got, di salên dawî de hejmara perperikan gelekî kêm bûye, hinek pispor jî sedema vê yekê vedigerînin kar û xebatên çandiniyê yên nû.

Serokê Beşê Zanistî yê Butterfly Conservationê Richard Fox li ser kêmbûna perperikan û guherîna sîstema jîngehê anî ziman:

“Sedemên sereke yên kêmbûna hejmara perperikan ew tiştên ku me mirovan di 50-70 salên borî de anîne serê jîngehê ne.

Wek zêdekirina çandiniyê ku ne tenê madeyên kimyewî yên kêzikkuj û peyn tê de tên bikaranîn herwiha jîngehê jî diguhere û giyayan ji nav dibe. Mirov rûberê çandiniyê firehtir dike û xwezayê ji bo ajelan teng dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst