Li Wanê kûçikên Pit bull tên komkirin

30-12-2021
RÛDAW
Nîşan Pit bull Wanê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kûçikên ji corê Pit bull li kolanên bajarê Wanê zêde bûye û niha biryar hatiye dayîn hemû bên komkirin. Pit bull corekê metirsîdar ê kûçikan e.

Navenda çavdêrîkirin û parastina ajelên bê xwedî ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, niha mêhvandariyê li kûçikên Pit bull dike, ku metirsîdartirîn corê kûçikan e.

Pit bull êrîşî mirovan dikin û wan digirin. Ji ber vê yekê jî li gor projebiryareke ku li Parlamentoya Tirkiyê hatiye pesendkirin, bixwedîkirin, kirînûfirotin, reklamkirin û anîna wan a bo nav Tirkiyê, hatiye qedexekirin.

Hejmara wan zêde bûye

Piştî vê biyarê hejamara kûçikên Pit bull li kolanên Wanê zêde bûye. Karmendên vê navendê wan ji kolanan digirin û di qefesên girtî de çavdêriya wan dikin.

Ozge Kerem, Veterîner, dibêje, “Me di 3 rojên dawî de giliya 5 Pit bullên êrîşker wergirtine û me her 5 jî anîne vê derê. Em li vir çavdêriya van ajelan dikin, em dê wan bixesînin û derziyên wan jî li wan bidin.Ew dê êdî li cem me bimînin.”

5 corên din ên êrişker

Di çarçoveya projebiryarê de tevî kûçikên Pit bull 5 corên din ên kûçikên metirsîdar û êrîşker hatine qedexekirin.

Kesên ku ew corê kûçikan li ba wan hene, divê heta 14ê Çileya 2022ê kûçikên xwe li Rêveberiyên Çandiniyê tomar bikin. Yên ku pabendî biryarê nebin jî dê bi 11 hezar lîreyên Tirkî bên cezakirin. Bi taybet piştî diyarkirina cezayê pere, beşek ji welatiyan ji tirsa cezayê de kûçikên xwe yên êrîşker berdidin sikakê.

Daxwaza ji welatiyan: Bernedin kolanê

Ozge Kerem, Veterîner, diyar dike, “Em ji welatiyan rica dikin ku wan, bernedin kolanê û radestî me bikin. Dema wan berdidin sikakê zêdetir metirsiyê çêdikin. Bila radestî me bikin em dê wan bixwedî bikin.”

Ji destpêka pesendkirina projebiryarê ve di nava mehekê de 14 kûçikên Pit bull ku ji aliyê xwediyên wan ve bo kolanên Wanê hatine berdan, ji aliyê tîman ve hatine girtin û li vê navendê hatine bicihkirin. Niha li vê navendê bi tevahî çavdêrî li 31 kûçikên ji corên metirsîdar û êrîşker tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst