Li Amedê defileya cil û bergan hat lidarxistin

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Defile Cil û Berg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê cil û bergên ku xwendekarên kursa modeyê amade kirin, bi defileyekê hatin hatin nîşandin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di bin banê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê de, projeyek bi navê “Jinên Ciwan Paşeroja Xwe Ava Dikin” hat amadekirin.

16 kesan di çarçoveya “Jinên Ciwan Paşeroja Xwe Ava Dikin” de sal û nîvekê perwerde dît.

Piştî temambûna perwerdeyê wan bi dîzayneke nû cil û berg çêkirin.

Ew cil û berg li Navenda Gastronomiyê ya Odeya Bazirganiyê bi defîleyekê hatin nîşandan.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, diyar kir ku ew dê xebatên xwe yên bi vî rengî berdewam bikin.

Mehmet Kaya herwiha da zanîn ku ew dê ji bo projeyên nû û hunereke balkêştir derxin holê bixebitin.

Li Amedê defileya cil û bergan hat lidarxistin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst