Hewlêr (Rûdaw) - Qente Ehmedê di nivîseke xwe ya li Kovara "The Spectator Australia"yê de bal kişand ser paşeroja Sûriyeyê ya di bin serkirdayetiya nû de û nêrînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li ser vê mijarê veguhastin.
Qente Ehmedê diyar kir ku civaka navneteweyî, bi taybetî jî serkirdeyên Rojhilata Navîn, bi baldarî û kelecaneke mezin pêşhat û karên serkirdayetiya Sûriyeyê ya ji aliyê Ehmed Şer ve dişopînin.
Li gorî wê, Ehmed Şer wekî Îslamiyekî Sunî û cîhadiyekî berê, guherîneke mezin di hevkêşeya siyasî ya herêmê de çêkiriye.
Qente Ehmed li ser rojeva heyî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axiviye.
“Nenavendîbûn gelekî girîng e”
Nêçîrvan Barzanî ragihandiye, "Ehmed Şer ji bo Sûriyeyê derfeta dawî ye" û amaje bi wê yekê kiriye ku "Ji bo Sûriyeyê nenavendîbûna desthilatê gelekî girîng e."
Li gorî kovarê, Serokê Herêma Kurdistanê bi berdewamî gotiye ku divê Mesîhî, Durzî, Êzidî, Elewî, Kurd, Erebên Sunî yên sekuler û hemû aliyên din bi temamî û bêyî cudahî di Sûriyeya nû de xwedî nûner bin.
Qenteyê destnîşan kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê li seranserê Îraq û herêmê wekî parêzvanekî xurt ê mafên pêkhateyan li Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê naskirin.
"HSD nikare bi hêsanî çekan deyne"
Nêçîrvan Barzanî derbarê çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gotiye:
"Wan hêzan qurbaniyên bêsînor dane û nikarin bi hêsanî çekan deynin, cilên leşkerî derxin û wekî kesan tev li nav xelkê bibin bêyî ku garantiya tevlîbûna wan hebe.
Dema min Ehmed Şer dît, min behsa gefa berdewam a DAIŞê û girîngiya beşdariya me ya di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kir."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, 11ê Nîsana 2025an li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê civiyabûn û li ser rewşa Sûriyeyê axivîbûn.
Li hêla din, Qente Ehmed bijîşk, nivîskar û lêkolereke payebilind a Foruma Jinên Serbixwe ye û endama mayînde ya Council on Foreign Relationsê (CFR) ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse