Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê karwanê haciyan ê Mehabadê ragihand ku jineke ji bajarê Mehabadê yê Rijhilatê Kurdistanê li Mekeyê miriye.
Elî Wetmanî da zanîn ku navê wê haciyê Amîne Şerîfî ye û ji bajarê Mehabadê bûye û ji ber nexweşiya dil li bajarê Mekeyê yê Erebistana Siûdî miriye.
Her wiha Elî Wetmanî diyar kir ew heciya 85 salî di dema bicihanîna ferzên hecê tansiyona wê daketiye û wan ew yekser rakiriye nexweşxaneyê li ji ber rawestana dil wefat kiriye.
Îsal ji bajarê Mehabadê 170 kes çûne hecê.
Heta niha 6 haciyên ji Îran û Rojhilata Kurdistanê li hecê mirine.
Li gorî rapora Rêxistina Hec û Ziyaretan a Îranê, îsal ji Îran û Rojhilata Kurdistanê 85 hezar û 850 kes çûne hecê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse