Hewlêr (Rûdaw) – Benjamin Netanyahu diyar kir ku Tirkiye helwesteke dijber li hemberî wan nîşan dide û got, "Di salên dawî de li hemberî Îsraîl û Siyonîzmê helwesteke wan a gelekî dijminane heye."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya bi Sendîkaya Nûçeyan a Cihûyan (JNS) re de li ser agirbesta li Xezeyê û helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Îsraîlê axivî.
Benjamin Netanyahu anî ziman ku armanca wan a sereke ya ji agirbesta li Xezeyê ew e ku dîlan vegerînin û got:
“Divê Hemas bêçek bibe û di birêvebiriyê de cih negire.”
Netanyahu derbarê Hêza Navneteweyî ya Aramiyê ya ku dê li Xezeyê bi cih bibe jî anî ziman:
“Amerîka gelekî zelal e ku divê ew hêz li gorî erêkirina me be.
Di çarçoveya Hêza Navneteweyî ya Aramiyê de, tenê ew hêzên leşkerî dikarin bikevin Xezeyê ku ji aliyê me ve werin qebûlkirin.”
Netanyahu ji ber alîkariyên wê yên di warê berdana dîlan de spasiya Qeterê kir û anî ziman ku her çend di navbera wan û Dohayê de hinek dilgiranî hebin jî, ew dixwazin van astengiyan derbas bikin û hevkariyeke erênî ava bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse