TEHRAN - Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê civiyan

07-05-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Esîr Dawid Elxirêrî Tehran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Esîr Dawid Elxirêrî re hevdîtinek kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehranê ye.

Nêçîrvan Barzanî doh bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî li Tehranê bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinek kir.

Nêçîrvan Barzanî piştre bi Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Esîr Dawid Elxirêrî re jî civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan “derfetên zêdekirina bazirganiya bi Îranê re” nirxandine.

Serokatiyê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî û Esîr Dawid Elxirêrî mijarên wekî “bazirganî û çalakiyên aborî yên yên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê, rêyên zêdekirina derfetên bazirganiyê û nehiştina astengan” nirxandine.

Li hêla din, her du aliyan diyar kiriye ku dê bipêşxistina bazirganiya bi Îranê re bandoreke erênî li aboriya  Îraq û Herêma Kurdistanê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst