Qasim Sulêymanî çawa hate kuştin?

09-01-2020
Nîşan Amerîka Iraq Îran Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di şeveke Çileya sala 2007an de, karwanekî otomobîlan ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê bû. Çavê fermandeyê malnişîn ê hêzên hevpar ên Amerîka Stanley McChrystal li ser karwên bû. Qasim Sulêymanî di nav karwên de bû. Fermandeyê amerîkî dudil bû lê bide yan dev jê biqere, dev jê qeriya û Sulêymanî wê neqlê xwe li Hewlêrê ji ber çavan winda kir. McChrystal par di kovara Foreign Policy a amerîkî de wisa nivîsî: “Bo xwedûrgirtina ji şer û aloziyên konevanî ku pêkan bû li pey werin, min biryar da em çavdêriya karwên bikin lê tavilê lê nedin. Gava karwan giha Hewlêrê, Sulêymanî di nav tarîtiyê de winda bû.”

Piştî 13 salan û di şeva pêncşemê, 2ê kanûna duyem, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis, Mihemed Reza Cabirî serwext kir ku wê şevê mêvanekî taybet tê firokexaneya navdewletî ya Bexdayê. Cabirî berpirsê protokol û têkiliyên Heşdê li firokexaneyê bû.

Mêvanê taybet Qasim Sulêymanî bû ku firokeya wî saet 10 û nîvê şevê ji firokexaneya Şamê rabûbû. Di derdora heman demê de Muhendis bi kurtî hatibû serwextkirin ku firokeya Sulêymanî zû li Bexdayê dilûse. Li gor belgeyên ku ketine destê malpera (Middle East Eye) ya qeterî, diviyabû firokeya Sulêymanî saet 8 û bîst xulekên şevê terka firokexaneya Şamê bikira, lê bi sedemeke nediyar bêtirî 2 saetan bi paş ket.

Sulêymanî saet 12:30ê şeva înê bi du kesan re ku yek ji wan zavayê wî bû, gihiştin firokexaneya Bexdayê. Li wir Muhendis û Cabirî bi Toyota Avalon û mînîbûseke cûnê Hyundai Stark li benda wan bûn. Piştî saet û çarikekê herdu otomobîl bûne armanca êrîşa firokeyeke bê firokevan a amerîkî û hemû siwarên wan hatin kuştin. Firoke ya heman fermandeyê bû ku berî 13 salan McChrystal fermandeyiya dikir.

Geşta 4 welatan di 20 saetan de

Qasim Sulêymanî di bêtirî 20 salên borî de fermandeyê artêşa Qudisê ya Îranê bû. Erkê wî yê sereke jî îdarekirina qeyranên Rojhilata Navîn û bikaranîna boşahiyên emnî û konevanî yên deverê bû di çarçoveya stratejiya bergiriya Îranê de. Lewra diviyabû di navbera sînorên welatên Rojhilata Navîn de di çûnûhatina misêwa de be. Di roja dawî ya jiyana xwe de, Sulêymanî di kêmî 20 saetan de geşta 4 welatan kiribû.

Li gor malpera qeterî, Sulêymanî berbanga roja pêncşemê gihiştibû firokexaneya Şamê. Li wir bêyî ku çavê wî bi kesî bikeve, bi otomobîlê berê xwe dabû Beyrûtê. Li wir bo çend saetan li gel rêberê Hizbullaha libnanî Hesen Nesrûllah rûniştibû û behsa amadekariyên dijberiya Amerîka kiribûn û herwisa behsa pirsgirêka navbera baskên Hizbullaha libnanî kiribûn. Êvarê jî vegeriyabû Şamê. Berî ku bi firokeyeke şîrketa (Şam Wings) ber bi Bexdayê ve bifire.

Fermandeyê îranî rêyên cihêreng bo hatina Iraqê bi kar dianîn. Berpirsên iraqî yên ji liv û tevgerên Sulêymanî serwext ji (Middle East Eye) re gotin ku wî hinek caran, wek şeva înê, firokexaneya Bexdayê bi kar dianî. Hinek caran jî li firokexaneya Necefê dadiket û hinek carên din jî li xala sînorî ya Mensûriye li parêzgeha Diyale derbas dibû ku 120 km dûrî Bexdayê ye. Lê vê dawiyê bêtir li firokexaneyên Herêma Kurdistanê peya dibû û bi otomobîlê dida ser rêya Bexdayê.

Fermandeyekî berê yê Amerîka ku ji (New York Times) re axiviye, dibêje carekê firokeya wî li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê li tenişta firokeya Qasim Sulêymanî rawestiyabû.

Mobayla zîrek bi kar nedianî

Sulêymanî û Muhendis ji daxwazkiriyên herî sereke yên Amerîkayê bûn. Lîderekî nêzîk ji Muhendis ji malpera qeterî re dibêje: “Ew bê diyarkirina pêşwext a dem û cih geştê dikin. Mobaylên zîrek bi kar nayînin.” Lê rayedarekî berê yê sîxuriya Îsraîlê ji kovara (Politico) ya amerîkî re dibêje: “Di 2-3 salên borî de Sulêymanî bi eşkereyî dihat û diçû. Bi gelemperî diyarkirina cihê wan karekî dijwar bû, lê firokexaneyên Bexda û Şamê bi kesên ser bi sîxuriya Amerîkayê mişt in.”

Operasyona şeva înê di encama berhevkirina agahiyên sîxurî, çûna nav têkiliyên dijîtal û firokeyên sîxurî û amûrên din ên sîxuriyê de hat kirin. Piştî lêdana navendên eskerî yên Heşdê li Iraq û Sûriyeyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû serwextkirin ku Qasim Sulêymanî bi niyet e here Bexdayê. Roja pêncşemê agahiyên herî dawî gihabûn amerîkiyan ku Sulêymanî tê firokexaneya Bexdayê û Muhendis pêşwaziya wî dike û wî dibe mala xwe li Navçeya Kesk.

Li gor rapora malpera qeterî, asayişa firokexaneya Bexdayê ji aliyê şîrketeke brîtanî bi navê “G4S” û li jêr çavdêriya sîxurî û ewlekariya niştimanî ya Iraqê tê îdarekirin ku zanyariyên takekesî yên geştyar û pêşwazîkaran ji wan re diçin.

Hêzên dijîterora iraqî bi hevahengî li gel artêşa Amerîkayê aliyê derve û sînorê esmanî û rêyên ku ber bi firokexaneyê ve tên diparêzin.

Bi gotina medyaya fermî ya Iraqê û karbidestên Heşdê, di êrîşa înê de 5 kes hatine kuştin. Lê generalek li fermandeyiya hevpar li Bexdayê û bi mercê eşkerenekirina navê wî, ji (New York Times) re gotiye ku du kesên din jî di wê êrîşê de hatine kuştin.

Wî generalî amaje kir ku du otomobîl li tenişta sêlima firokeya Sulêymanî rawestiyabûn. Di yekê ji wan erebeyan de Ebûmehdî Muhendis rûniştibû ku navê wî yê fermî Cemal Cafer Temîmî ye û ji dêyeke îranî û bavekî iraqî ji dayik bûye. Ji sala 2007an ve û bê amadebûna wî, cezayê îdamê li dadgeheke kuwêtî derheqê Muhendis derketibû. Tometa wî jî beşdarî bû di êrîşên 1983an de li ser balyozxaneyên Amerîka û Fransayê.

Derengî şeva pêncşemê û berî lêdana Sulêymanî û Muhendis, sê hawen arasteyî nêzîkî firokexaneyê hatibûn kirin, lê ti ziyan ji wan peyda nebûbû. Her sê hawen wek bersivekê bûn bo êrîşa ku Amerîka hefteya borî biribû ser navendên eskerî yên hêzên Hizbullahê li Iraq û Sûriyeyê.

Serkirdên Şîe bizdiyane

Li gor raporeke ewlekariya niştimanî ya Iraqê ku kopiyeke wê ketiye destê malpera qeterî, sê moşek arasteyî herdu erebeyan hatine kirin. A yekem li Hyundai ketiye ku 100-120 metran dûrî Avalonê bû. Moşeka duyem Avalon nehingavtiye, lê moşeka sêyem li bin guhê wê ketiye.

Mesûlekî naskirî yê Heşda Şeibî jî wisa dabaşa xof û erjengiya lîderên Şîe dike: “Lîderên eskerî bizidiyane. Çimkî nizanin amerîkî ta çi radeyê bi dizî derbasî nav refên wan bûne. Herwisa nizanin wê piştî vê çi biqewime.”

Çima lê xistin?

Rêveberiya berê ya Amerîka baş didît dev ji hizira kuştina Sulêymanî berde. Çimkî dilgiran bû ku kuştina Sulêymanî hevrikiyên Rojhilata Navîn firehtir û beşdariya eskerî ya Amerîka li deverê mezintir dike.

Lê hicûma roja 27ê Çileyê ser navenda eskerî ya (K1) û kuştina belênderê amerîkî nerîna amerîkiyan guhert. Berpirsekî amerîkî ku nexwest navê wî bê kifşkirin, ji rojnameya (Washington Post) a amerîkî re got ku mijara lêdana Sulêymanî piştî kuştina belênderê amerîkî derket holê.

Roja çarşema borî Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo geşta xwe bo Ukrayna û welatên rojhilatê Ewropayê hilweşand, çimkî berî rojekê alîgirên Heşda Şeibî avêtibûn ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê. Rayedarekî bilind ê amerîkî ji (Washington Post)ê re got ku Pompeo dixwest li Washingtonê bimîne ji bo ku li ser barêşê şêwirê pêşkêşî Serokê Amerîka Donald Trump bike.

Rayedarên serwext ji rojnameya amerîkî re gotin ku yek ji motîfên Trump bo lêdana fermandeyê îranî ew bû ku li gor serokê Amerîka gava di heyva hezîranê de û di xulekên herî dawî de êrîşa ser Îranê taloq kir, medyayê bi teherekî selbî biryara wî rûmal kir û Trump fena însanekî qels û zeîf nîşan da. Di demekê de hejmarek rayedar di civînên xas de dianîn bîra Trump ku ne piştî anîna xwarê ya firokeya bêpîlot û ne jî piştî êrîşên îlonê li ser saziyên petrolê yên Aramcoyê, ti bersiveke Amerîkayê li holê nebû.

Mesûlekî Koşka Spî dibêje: “Argumênt wisa bû, heke em bersiva wan nedin, ew ê wisa texmîn bikin ku pêkan e her tişt ji wan re here serî.”

Di nîveka îlona par de, bi moşekan êrîşî saziyên petrolê yên Aramcoyê hat kirin û di encama wê êrîşê de nîvê berhemanîna petrola Erebistana Siûdî sekinî. Hûsiyên Yemenê berpirsiyariya xwe ji wê êrîşê ragihandin. Lê li gor Amerîka êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin. Îran jê vê tometê dide mandelê.

Li gor raporeke (New York Times) a amerîkî, fermandeyên operasyonên xas di çend rojên piştî êrîşa (K1) li firsendekê digeriyan ku li lîderê artêşa Qudisê bidin. Yek ji bijareyan ku hatibû pejirandin, ew bû ku lêdana Sulêymanî girêdayî wê çendê ye ka çawa digihe Bexdayê û kê pêşwaziya wî dike, yanî heke çavê Sulêymanî li firokexaneyê bi mesûlên hikûmeta Iraqê biketa, wê êrîş bihata hilweşandin. Lewra Trump di kêlîkên herî dawî de cîbicîkirina vê planê pejirand.

McChrystal di 2007an de li wan hemû eskerên amerîkî difikirî ku wê çaxê bi bombeyên vedayî yên îranî ji aliyê komikên biçek ên Şîe yên Iraqê ve dihatin qetilkirin. Lewra di daxuyaniyekê de bo (New York Times)ê dibêje: “Armancgirtina Sulêymanî karekî di cihê xwe de bû. Çimkî wî eşkere êrîş li ser Amerîka û hevpeymanan birêk dixist.” Lê hişyariyê jî dide ku “Dibe ku Îran xwe bêgav bibîne ku bersiveke hevawa bide.”

Berî kuştina wî, cara dawîn ku navê Qasim Sulêymanî di medyayê de hat, di dema destpêkirina xwepêşandanên cotmeha 2019an bû. Wê çaxê Reuters a brîtanî û Associated Press a amerîkî ji zarê berpirsên iraqî ve belav kirin ku Qasim Sulêymanî bi nerpirsên emnî û komikên biçek ên Iraqê re civiyaye û plana temirandin û bêdengkirina xwepêşandanan daniye. Di eynî mehê de Sulêymanî daxwaz ji komikên Heşdê kiribû ku piştevaniya serokwezîrê karbirêker ê Iraqê Adil Ebdilmehdî bikin.

Alîgirên Heşdê roja sêşema hefteya borî mîna bersivekê bo êrîşên esmanî yên Amerîkayê li ser navendên Heşdê li Iraq û Sûriyeyê, avêtin ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê. Pompeo di daxuyaniyên roja înê de çend caran tekez kir ku çend êrîş bi serkirdatiya Qasim Sulêymanî di gavûsaetê de bûn.

Berpirsekî emnî yê bilind ku navê wî nehatiye kifşkirin, ji (New York Times)ê re got ku Sulêymanî bi taybetî bi xwepêşandanên Iraqê dilgiran bû û doz ji komikên biçek kir ku bi darê zorê xwepêşandanan bitemirînin û bêdeng bikin.

Ajansa Reutersê li ser zarê du berpirsên emnî yên iraqî û du fermandeyên komikên biçek eşkere dike ku Sulêymanî di civîneke cotmeha par de doz li Muhendis û çend fermandeyên din ên Heşdê kiribû ku êrîşên xwe li ser meremên amerîkî zêde bikin. Herwisa doz li fermandeyên Heşdê yên di civînê de beşdar kiribû ku komikeke hecer çêbikin ku ne zêde navdar be, da amerîkî bi ser ve nebin. Bi gotina du fermandeyên Heşdê, erkê pêkanîna wê hêzê ketibû stûyê kokimên Hizbullahê.

Li gor raporê, merema wê pêngavê jî ew bû ku Amerîka tûşî berteka eskerî li Iraqê bike û wisa jî hêrsa ku li Iraqê li hindava desttêwerdana Îranê heye, bo hêrsa li hindava amerîkiyan bê guhertin. Du hefteyan berî civînê, artêşa Qudisê hawen û roketavêjên sermil û firokeyên bêpîlot ên dijîradaran bo hêza nû amade kiribûn ku pêşî bo hilgirtina wêneyên navendên amerîkî dihatin bikaranîn.

Sulêymanî di merema xwe de serkeftî bû. Amerîkî anîn bersivê, lê beşek ji bersiva Amerîkayê kuştina wî û Muhendis bi xwe bû.

Gelo Îran tola Sulêymanî distîne?

Îranî gefa bersiveke tund dixwin. Berpirsekî berê yê CIA Mark Poremelpols di daxuyaniyekê de dibêje: “Sulêymanî kesayetiyeke xwedî cemawer bû li Îranê û amûra wan a sereke bû bo belavkirina desthilata xwe li deverê, lewma rejîma Îranê bo rewatiya xwe jî mabe, divê bersiveke tund jê bê payîn. Divê xelkê Amerîka bizanin ku pêkan e piştî vê bûyerê însanên zêdetir bimirin.”

Cîgirê Sulêymanî

Roja înê rêberê şoreşa îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di fermanekê de Îsmaîl Qaanî bo posta fermandeyê giştî yê artêşa Qudisê diyar kir. Qaanî berê cîgirê Sulêymanî bû. John Megwayer berpirsekî kevn ê CIA û şarezayê Rojhilata Navîn, yek e ji wan degmen amerîkiyên ku rûbirû çavê wî bi Sulêymanî ketiye.

Megwayer di daxuyaniyekê de bo kovara (New Yorker) derbarê hesta xwe li hindava Sulêymanî dibêje: “Hebûneke wî ya serdest hebû. Ew dihate odeyê û te hest pê dikir.” Derbarê siberoja artêşa Qudisê paş Qasim Sulêymanî jî dibêje: “Kesekî mîna wî li ba îraniyan tune” ku hem karê konevanî bike, hem konevaniya bergiriya Îranê li derveyî sînorên welatê xwe cîbicî bike û hem xala pêkve girêdan û hevahengiya sipah û artêş û dezgehên sîxurî yên Îranê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst