Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê dê îro ji bo pesendkirina peymana agirbesta li Xezeyê bicive.
Di nûçeyên medyaya Îsraîlê de hat diyarkirin ku Kabîneya Ewlehiyê dê bi dema herêmî saet 17:00an bicive.
Di civînê de dê peymana agirbestê ya ku di encama dan û standinên li Misrê de pêk hatiye were pesendkirin.
Artêşa Îsraîlê dê leşkerên xwe vekişîne
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku bi agirbestê re, ew xwe amade dike ku leşkerên xwe bi awayekî qismî ji hinek xalên li Xezeyê vekişîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya bicihanîna qonaxa yekem a peymana agirbestê de, yekîneyên li Xezeyê xwe amade dikin ku di demeke nêzîk de vekişin xetên hatine diyarkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê qonaxa yekem a plana agirbesta li Xezeyê pesend kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse