Aliyev û Paşinyan li Îmarata Erebî civiyan

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Azerbeycan Îmarata Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li paytexta Îmarata Erebî civiyan.

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di hevdîtina xwe ya li Ebû Debiya paytexta Îmarata Erebî de li ser domandina diyalogê li hev kir.

Piştî hevdîtina Aliyev û Paşinyan di daxuyaniya hevpar a her du welatan de hat diyarkirin ku aliyên cuda yên rojeva asayîbûnê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku mizakereyên dualî ji bo çareserkirina hemû mijarên pêwendîdar ên pêvajoya asayîbûnê formata herî bibandor e.

Hat ragihandin ku li ser vê bingehê, ji bo domandina diyalogeke encamder aliyan li hev kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê da zanîn ku Aliyev û Paşinyan “pêşhatên di pêvajoya destnîşankirina sînor de nirxandine û ferman dane komîsyonên pêwendîdar ku di vî warî de xebatên xwe yên pratîkî bidomînin”.

Her wiha hat diyarkirin ku aliyan li ser domandina mizakereyên dualî û gavên bihêzkirina baweriyê jî li hev kiriye.

Paşinyan û Aliyev ji ber mazûvaniya wî ya germ û organîzekirina hevdîtinê spasiya Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayed El Nahyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst