Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku di navbera wan û Amerîkayê de di mijarên girîng û hûrgiliyên dan û standinan de hîn nakokî hene lê ew bi hêvî ne ku dê di dan û standinan de bipêşveçûnên zêdetir pêk werin.
Eraqçî piştî dan û standinên bi Amerîkayê re yên li Umanê, ji televîzyona dewletê ya Îranê re got ku qonaxa sêyem a dan ûs tandinan jî bi navbeynkariya Umanê bi awayekî nerasterast pêk hatiye û bi aliyê Amerîkayê re peyamên nivîskî hatine guhertin.
"Nakokiyên cidî hene"
Eraqçî diyar kir ku ew ji bipêşveçûna bilez a dan û standinan kêfxweş in û êdî mijarên giringtir tên gotûbêjkirin û got:
"Di mijarên giştî û hûrgiliyan de hîn nakokî hene. Hin nakokî cidî ne, hin jî kêmtir cidî ne."
Eraqçî daxuyand ku digel vê yekê, ew bi hêvî ne ku dê di danûstandinan de bipêşveçûn çêbibe lê ew dê bi temamî baldar bin, û wiha got:
"Her du aliyan jî îradeya xwe ya ji bo bipêşveçûnê nîşan da lê carinan tenê îrade têrê nake û dibe ku tu encam nehatibe bidestxistin.
Hin cudahiyên fikrê yên cidî hene lê em dîsa jî hêvî dikin ku bi awayekî bilez bipêşve biçin."
Wezîrê Îranî tekez kir ku di dan û standinan de ji bilî mijarên nukleerî ti mijarên din nayên nîqaşkirin û heta niha aliyê Amerîkayê jî ti mijarên derveyî nukleerî neanîne rojevê.
Pêvajoya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de
Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdeme xwe ya yekem de 2018an bi awayekê yek alî welatê xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişandibû.
Trump di serdema xwe ya duyem de, di meha adarê de nameyek ku tê de bangeke danûstandinên nukleerî yên rasterast bi Îranê re û her wiha gefan jî digirt, ji Rêberê Îranê Elî Xameneyî re şandibû.
Îranê bi rêya Umanê bersiva nameya wî dabû.
Piştî van nameyan, Tehranê û Washingtonê cara ewil li Umanê 12ê Nîsanê û dûv re jî 19ê Nîsanê li Romayê bi awayekî nerasterastî hevdîtin pêk anîbûn.
Hem Îran û hem jî Amerîkayê ragihandibûn ku di danûstandinan de bipêşveçûn çêbûye.
Îro aliyên danûstandinan li Masqata paytexta Umanê, bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr bin Hamed el-Busaidî, hem di asta pisporên teknîkî û hem jî di asta dîplomatîk a bilind de qonaxa sêyem a danûstandinan pêk anîbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse