Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê diçe Îraqê: Rojev xeta petrolê ya Kerkûkê ye

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Beşîr Bexda Xeta Petrolê ya Kerkûk-Banyasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr dê sibe bi serdaneke fermî biçe Bexdaya paytexta Îraqê.

Ji nû ve avakirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê û pirsa avê dê rojeva sereke ya serdanê bin.

Berdevkê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman ji Rûdawê re ragihand ku Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr dê sibe li gel şandeyekê bigihîje Bexdayê.

Bi gotina  Ehmed Silêman di serdanê de dê pirsên hevbeş bên gotûbêjkirin.

Xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr beriya niha jî gotibû ku ew dê di serdana xwe ya Îraqê de gotûbêjan li ser ji nû ve avakirina xeta petrolê ya ku Kerkûkê bi Banyasa Sûriyeyê ve girê dide, bikin.

Hat zanîn ku di civînan de dê pirsgirêka avê jî bê gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst