Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cihnişînî Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan cviyan.
Cihnişînî Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan îro Şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Civîna Nêçîrvan Barzanî li gel Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bidawî hat. Nêçîrvan Barzanî duh êvarê gihîşte Ebu Dabî û ji aliyê berpirsên Îmaratrê ve hate pêşwazîkirin.
Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku di civînan de, herdu aliyan behsa bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê û çawayiya berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmaratê kirin, di derbarê pêşhat û pêşketinên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan xwe anîn ziman.
Helkewt Ezîz diyar kir ku hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid Al Nehyan nêzîkî du saettan berdewam kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Li Ebu Dabî îro me ligel Mihemed Bin Zayid Al Nehyan hevdîtinke pêk anî û ew ji bo cihê şaneziyê ye. Me xurtkirina pêwendiyên dualî û hevkarî, aştiya herêmê û mijarên din ên di berjewendiyên hevdu de gotûbêj kir. Ez spasiya serkirdayetiya Îmartê dikim ku berdewam piştgiriya Herêma Kurdistan û Iraqê bûye.”
It was an honor to meet HH @MohamedBinZayed today in Abu Dhabi, where we discussed further strengthening bilateral ties and cooperation, regional peace and other issues of mutual interest. I thanked UAE’s leadership for their continued support to the Kurdistan Region and Iraq. pic.twitter.com/P5lkzaIjmM
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) June 12, 2021
Piştî Tirkiyê, Îran û Çînê, Îmarat çaremîn hevbeşê bazirganî yê Herêma Kurdistanê ye, qebareyê Bazirganiya di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de salane, bêhtir ji 1 milyar dolare, ku dike ji sedî 30 ji qebareyê bazirganiya Herêma Kurdistanê li gel welatên Kendavê.
120 kompaniyên Îmaratê li Herêma Kurdistanê kar dikin, û bi birê 3 milyar û 310 milyon dolar weberhênan li Herêma Kurdistanê kirine. Di heman dem de, di çend salên borî de, Îmaratê alîkariyeke mezin bo koçberên nava Herêma Kurdistnê pêşkêşkiriye.
Mihemed Bin Zayid Al Nehyan kî ye?
Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Sêyemîn kurê Şêx Zayd Bin Sultan Al-Nehyan e. 11ê Adara 1961ê ji dayîk bûye.
Li Akademiya Şahane ya leşkerî ya Brîtanyayê xwendiye. Cihnişînî Ebu Dabî ye. Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e. Pileya wî ya Leşkerî Ferîqê Yekem e.
Serokê Encûmena Cîbicîkar a Imaratê ye. Berpirsê Yekem ê plandanîna Ebu Dabî ye. Serokê Encûmena Geşepêdan û Vejandina Aborî ya Ebu Dabî ye. Serokê Encûmena Ebu Dabî Bo Perwerde û Fêrkirinê ye
Cîgirê Encûmena Bala ya Petrola Îmaratê ye. Cîgirê Serokê Encûmena Rêveberina saziya Ebu Dabî bo Weberanînê ye.
Bavê 4 kur û 5 keçan e û zimanê înglizî dizane.
Cihnişînî Abû Dabî Mihemed Bin Zayid pêşwzî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir pic.twitter.com/uFHZL2E683
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 12, 2021
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse