Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku li Xezeyê ji ber barana gur di nava 24 demjimêrên dawî de herî kêm 10 mirine.
Ghebreyesus li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser rewşa karesatî ya li Xezeyê û got:
"Li gorî agahiyan, li Xezeyê ji ber barana gur di 24 demjimêrên dawî de herî kêm 10 kes mirine."
Ghebreyesus amaje bi wê yekê kir ku bi hezaran malbat di şert û mercên giran ên zivistanê de di konên ku parastineke têrker peyda nakin de dijîn.
Hişyariya nexweşiyan
Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku ji ber kêmavî û şertên nebaş ên paqijiyê, li bendê ne ku li gel enfeksiyonên dijwar ên rêyên bêhndanê yên wekî şewb û nexweşiyên wekî hepatît û zikçûnê jî zêde bibin.
Astengiyên gihandina alîkariyê
Ghebreyesus diyar kir ku ji ber destûr nayê dayîn hinek alîkarî derbasî Xezeyê bibin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di gihandina malzemeyên tibî de zehmetiyan dikişîne.
Wî daxuyand ku ew hewl didin amûrên tibî yên jiyanî bi lez bigihînin Xezeyê da ku piştgiriyê bidin tesbîtkirina zû ya nexweşiyan û tedawîkirina nexweşan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse