Şeybanî: Armanca êrişa Tedmûrê têkdana pêwendiyên Şam û Washinghtonê ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Eshed Şeybanî Marco Rubio Amerîka Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Marco Rubio re axivî.

Eshed Şeybanî bi rêya telefonê bi Marco Rubio re axivî û derbarê bûyera Tedmûrê de ragihand ku ev kiryar ji bo têkdana pêwendiyên Sûriye û Amerîkayê ye.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) roja şemiyê daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, "Di encama kemîneke çekdarekî DAIŞê de li Sûriyeyê, du leşkerên artêşa Amerîkayê û welatiyekî sivîl ê Amerîkayî hatin kuştin."

Êriş li nêzîkî bajarê Tedmûrê yê parêzgeha Himsê çêbûbû.

Wezareta Karên Derve Sûriyeyê ragihand ku Eshed Şeybanî bi telefonê bi hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re axiviye.

Di daxuyaniyê de hat wiha hat gotin, "Di hevdîtinê de sersaxî ji bo bûyera diltezîn a li bajarê Tedmûrê hat xwestin û hat teqezkirin ku ev kiryara tirsonek hewldanek e ji bo têkdana pêwendiyên nû yên di navbera Sûriye û Amerîkayê de.

Her wiha mijarên herî girîng ên di navbera her du welatan de hatin bibîranîn."

"Meydanxwendineke nû ye"

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê dilgiranî û mixabiniya xwe ji bo vê karesatê anî zimên û ew wekî meydanxwendineke nû di çarçoveya rûbirûbûna terorê de bi nav kir.

Şeybanî teqezî li ser girîngiya xebata hevbeş a di navbera Sûriye û hevkarên wê yên navneteweyî de kir.

Peyama Ehmed Şer ji bo Trump

Li gorî daxuyaniyê, Şeybanî peyama sersaxiyê ya Ehmed Şer gihand Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Her wiha spasiya Amerîkayê kir ku piştgiriya Sûriyeyê dike û ji bo rakirina sizayên 'Yasaya Qeyser' dixebite.

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê teqez kir ku piştgiriya wan a ji bo hikûmeta Sûriyeyê dê bidome.

Marco Rubio ji bo rûbirûbûna terorê, dabînkirina aramiyê û başkirina rewşa aboriya Sûriyeyê soza alîkariyê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst