Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke bilind a Tirkiye û Sûriyeyê li Enqereyê dicive û yek ji mijarên sereke paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê ye.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler daxwaz dike ku HSD çekan deyne lê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk dibêje, "Rojava ji bo Kurdan xeta sor e."
Wezîrên karên derve û parastinê û Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê bi hevtayên xwe yên Sûriyeyî re dicivin û hevkariya di warê ewlehiyê de û çend mijarên din ên krîtîk gotûbêj dikin.
Rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê yek ji dosyayên sereke yên li ber destê berpirsên Enqere û Şamê ye.
Guler: Divê HSD çekan deyne
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di daxuyaniyekê de got:
“Divê PKK û hemû komên girêdayî wê di çarçoveya biryara xwefesixkirinê de demildest hemû çalakiyên terorî bi dawî bikin û di serî de Sûriye, hemû şaxên wan ên li erdnîgariyên cuda yên bi navên cuda hene, demildest û bê şert û merc çekên xwe radest bikin.
Em careke din bi bîr tînin ku em rê nadin ti rêxistineke wekî PKK/YPG û HSDyê li herêmê û li cîranên me di bin navên cuda de kar bike.”
Turk: Rojava ji bo Kurdan xeta sor e
Helwesta neyînî ya Enqereyê ya li dijî HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi salan e ji aliyê nûnerên siyaseta Bakurê Kurdistanê ve tê rexnekirin.
Di demekê de ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya ji bo çareseriya pirsa Kurd heye, siyasetmedarên Kurd bangî berpirsên hikûmetê dikin ku nêzîkatiya xwe ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê biguherin.
Siyasetmedarê Kurd ê navdar Ahmet Turk derbarê mijarê wiha axivî:
"Niha Tirkiye bi taybetî dixwaze ku Kurd çekan deynin. Baş e, dê kî ewlehiya gelê wê derê biparêze?
Hêzeke HTŞyê nîne, dê kî ewlehiya gel biparêze? Ji vê jî wêdetir, li şûna ku HTŞ bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin cîran, ma çi dibe?
Erê, em bi pirsgirêkan re rû bi rû ne, ji bo ku em karibin van pirsgirêkan çareser bikin, divê em hemû ji vir bang bikin û bibêjin ku Rojava ji bo Kurdan xeta sor e.
Divê partiyên çar parçeyên Kurdistanê li Rojava xwedî derkevin."
Tirkiye dixwaze Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çekên xwe deyne û di çarçoveya peymana 10ê Adarê ya li gel Şamê de tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî tevlîbûna nav Artêşa Sûriyeyê red nake û di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku lihevkirineke devkî li ser awayê tevlîbûnê heye û dan û standinên wan ên di wê mijarê de dê hebin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse