Li Lîbyayê 12 koçberên Kurd hatin dîtin û 41 kesên din li benda vegerê ne

12-10-2025
RÛDAW
Nîşan Lîbya Ehmed Sehaf Koçberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîbyayê 12 koçberên din hatin dîtin ku hemû jî xelkê Herêma Kurdistanê ne û Balyozxaneya Îraqê ya li wî welatî ji bo vegerandina wan dest bi kar û barên yasayî kir.

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê Ehmed Sehaf îşev ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Li Lîbyayê 12 koçberên din hatine dîtin ku bi awayekî neyasayî derbasî vî welatî bûne û hemû jî xelkê Herêma Kurdistanê ne."

Ehmed Sehaf got, "Me ji bo belgeyên wan û amadehiyên vegerandina wan li gel rayedarên Lîbyayê dest bi hevahengiyê kiriye."

Karwanê dawî yê koçberên ji Herêma Kurdistanê ji 25 kesan pêk dihat û di 10ê Îlona 2025an de gihiştibûn Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê ragihand ku 41 koçberên din ji bo vegerandinê amade ne û niha li Navenda Rûbirûbûna Koça Neqanûnî ya li rojhilatê Trablusê ne.

Koçber diçin Lîbyayê da ku ji wir bi rêya deryayê derbasî welatên Ewropayê bibin.

Ji dema vekirina Balyozxaneya Îraqê li Lîbyayê yanî di nava salek û neh mehên dawî de, zêdetirî 100 koçberên Îraq û Herêma Kurdistanê ji wî welatî hatine vegerandin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst