Li Lîbyayê 42 ciwanên Kurd hatin desteserkirin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lîbya Koçberên Kurd Desteserkirin Raperîm Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên Lîbyayê 42 koçberên ciwan ên ji Herêma Kurdistanê yên ku piraniya wan şêniyên Raperînê ne, ji aliyê komên çekdar ên wî welatî ve hatin desteserkirin û 6 roj in çarenivîsa wan ne diyar e.

Bavê yekî ji wan ciwanên desteserkirî Mihemed Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku kurê wî 18 salî ye û nêzîkî sê mehan e bi armanca çûna Ewropayê ji Raperînê derketiye.

Beriya li belemê siwar bibin hatin girtin

Li gorî gotina bavê wî ciwanî, kurê wî ji ber xerabbûna rewşa hewayê demekê li Lîbyayê maye.

Lê 9ê Kanûna Pêşîn a 2025an, dema ku bi 41 ciwanên din re xwestiye ji Trablûsê bi rêya deryayê ber bi Ewropayê ve biçe, beriya ku li belemê siwar bibin ji aliyê komên çekdar ve hatine desteserkirin.

"Rewşa wan a li girtîgehê gelekî xerab e"

Mihemed Ehmed derbarê rewşa tenduristî û cihê mana wan, amaje bi wê yekê kir ku ji roja desteserkirinê ve tenê carekê pêwendî bi kurê xwe re kiriye û tenê kêmtirî xulekekê destûr dane wî ku biaxive.

Mihemed Ehmed got, "Kurê min ji me re got: Rewşa wan a li girtîgehê gelekî xerab e û daxwaza alîkariyê dikin."

Zêdetirî salekê ye rêya koça neyasayî ya di ser welatên Tûnis û Lîbyayê re ber bi Ewropayê ve ji aliyê ciwanên Herêma Kurdistanê ve tê bikaranîn, tevî ku metirsiyên vê rêyê gelek in.

Amarên koçberiyê

Li gorî amarên Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê, ji destpêka îsal ve heta Kanûna Pêşîn a 2025an, zêdetirî 6 hezar û 500 welatiyên Herêma Kurdistanê koçî derveyî welêt kiriye ku nêzîkî hezar û 500 kes ji wan xelkê Raperînê ne.

Her li gorî amarên wê komeleyê, îsal zêdetirî 350 koçberên Kurd li welatên Tûnis û Lîbyayê hatine desteserkirin.

Ew koçber bi hewldana Balyozxaneya Îraqê û Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine azadkirin û vegeriyane malên xwe.

Nêzîkî 200 kesên ji wan xelkê Raperînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst