Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ragihand ku Hemasê 7 dîl radestî wan kirine, Îsraîlê jî diyar kir ku wan 7 dîl ji wê rêxistina navneteweyî wergirtine.
Tevgera Hemasê lîsteya navê 20 dîlan belav kir ku dê di çarçoveya agirbestê de bên berdan.
Dîl dê pêşî radestî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û paşê jî radestî Artêşa Îsraîlê bên kirin ku dê wan bibin baregeha leşkerî ya "Reîm"ê da ku ji wir veguhezînin sê nexweşxaneyên Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku 7 dîl ji Xaça Sor gihîştine destê wan.
#WÊNE - 7 dîlên ku Hemasê berdane ev in: Gali Berman, Ziv Berman, Matan Angrest, Alon Ohel, Omri Miran, Eitan Mor û Guy Gilboa-Dallal
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 13, 2025
🛑 Artêşa Îsraîlê 7 dîlên ku Hemasê berdane ji Xaça Sor wergirtin û bi helîkopterê birin nexweşxaneyê
🛑 Gali Berman û Ziv Berman cêwî ne… pic.twitter.com/wjI7WiPKIT
Îsraîl dê madalyaya herî bilind a rûmetê bide Trump
Nivîsîngeha Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ragihand ku medalyaya herî bilind a rûmetê ya sivîl a welatê xwe ya bi navê "Madalyaya Rûmetê ya Serokatiya Îsraîlê" dê bide Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber hewlên wî yên ji bo vegerandina dîlyan.
Piştgiriya serkirdeyên cîhanê ji bo rêkeftina agirbesta Xezeyê
Serokên Amerîka û Misirê dê serperiştiya civîneke serkirdeyên cîhanê bikin ku wekî "Lûtkeya Aştiyê" tê naskirin, ji bo piştgirîkirina bidawîanîna şerê du salan ê li Xezeyê piştî gihîştina rêkeftina agirbestê.
Her wiha serkirdeyên Tirkiye, Urdin, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî amadebûna xwe ragihandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse