Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Lûtkeya Xezeyê pesnê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan da û got, “"Ez ji vî zilamî hez dikim.”
Lûtkeya Xezeyê ya li Misirê bi axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump dest pê kir.
Trump bi her serokekî re yek bi yek wêne kişand.
Trump li lûtkeyê Erdogan jî pêşwazî kir. Her du serokan ku bi helwestên xwe yên samîmî bal kişandin, demekê li ser pêyan sohbet kirin.
“Ez ji vî zilamî hez dikim”
Trump ji Erdogan re got, “Hevalê min… Hûn dizanin ev zilam çi qasî dijwar e? Ez ji vî zilamî hez dikim. Ez ji vî zilamî hez dikim.”
Piştre serokan daxuyaniya niyetê ya ji bo Xezeyê îmze kir.
Balkêş bû ku di rêza pêşîn de tenê Trump, Erdogan, Serokê Misirê Sîsî û Mîrê Qeterê hebûn.
“Tirkiye xwedî yek ji artêşên herî bi hêz e”
Trump, di axaftina xwe ya li merasîma îmzeyê de jî pesnê Erdogan da.
Trump got, "Ez ji mirovên dijwar hez dikim. Erdogan xwedî yek ji artêşên herî bi hêz e.
Dema ku NATOyê pirsgirêkek hebe ew li min digerin. Dibêjin, 'Tu dikarî qenciyekê li me bikî? Tu dikarî bi Erdogan re biaxivî?'”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse