Yehuda Ben Yosef: Divê Îsraîl piştgiriya dide Durziyan bide Kurdan jî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yehuda Ben Yosef Civaka Yahudiyên Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef got, “Divê piştgiriya ji bo Durziyan bidin Kurdan jî"

Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef, li ser rûdanên dawî yên li Heleb û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û bang hikûmeta Îsraîlê û civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin Kurdan.

Yehuda Ben Yosef di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew rûdanên li taxên Kurdan ên Helebê bi "şok û hêrseke kûr" pêşwazî dikin.

Ben Yosef êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên girêdayî Şamê rexne kirin û ev rewş şiband êrişên Hemasê yên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ên li dijî Îsraîlê.

Banga li hikûmet û Knessetê

Ben Yosef da zanîn ku wî xwe gihandiye wezîrên hikûmeta Îsraîlê û endamên Parlamentoyê (Knesset) û ji wan xwestiye ku ji bo parastina sivîl û hêzên Kurd demildest bikevin tevgerê.

Ben Yosef di daxuyaniyê de got: "Em bangî hikûmeta xwe dikin ku rasterast bi nûnerên Kurd ên Rojava re têkiliyê deyne û hevkariya dîplomatîk, leşkerî û siyasî bi pêş bixe."

"Divê piştgiriya ji bo Durziyan bidin Kurdan jî"

Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê destnîşan kir ku divê Îsraîl heman piştevaniya parastinê ya ku dide civaka Durziyan a li Sûriyeyê, pêşkêşî civaka Kurd jî bike.

Her wiha wî tekez kir ku ji ber "sûcên li dijî pêkhateyan" divê hikûmeta Îsraîlê li hemberî birêvebiriya Şamê "gavên pratîk û bibiryar" biavêje.

Peyama ji bo Trump

Di daxuyaniyê de xaleke din a balkêş jî pêwendiyên bi Amerîkayê re bûn.

Ben Yosef xwest ku rasterast bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re têkilî were danîn û li dijî metirsiyên rejîma Sûriyeyê yên li ser Kurd û Durziyan tedbîrên tund bên girtin.

Yehuda Ben Yosef amaje bi dîroka hevpar a gelê Kurd û Îsraîlê kir û peyama xwe wiha bi dawî anî:

"Em ji bo gelê Kurd di nav fikareke kûr de ne. Em hem bi Îsraîlîbûna xwe û hem jî bi bûna parçeyek ji neteweya Kurd serbilind in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst