Îranê hişyarî da: Heyfa û Tel Evîvê vala bikin

17-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Ebdulrehîm Mûsevî Heyfa Tel Evîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serekanê Giştî yê Îranê General Ebdulrehîm Mûsevî got, "Operasyonên heta niha ji bo pêximkirinê bûn, di nêzîk de dê êrişên cezakirinê dest pê bikin."

Serekanê Giştî yê Îranê General Ebdulrehîm Mûsevî diyar kir ku ew dê êrişên xwe yên li hemberî Îsraîlê tundtir bikin.

Axaftina Serekanê Giştî yê Îranê General Mûsevî, li televîzyona dewletê hate weşandin.

Mûsevî diyar kir ku Îran dê bersivdana êrişan bidomîne û anî ziman ku welatê wî di dîrokê de serî li hemberî êriş û dagirkeriyê netewandiye.

Mûsevî got, "Operasyonên heta niha ji bo pêximkirinê bûn, di nêzîk de dê êrişên cezakirinê dest pê bikin."

Li aliyê din Mûsevî hişyarî da xelkê bajarên Heyfa û Tel Evîvê yên Îsraîlê û got:

"Bila kesên ku li axa dagirkirî, bi taybetî li Tel Evîv û Heyfayê dijîn, ji bo nebin qurbaniyên hirsên ajelî yên (Benjamin) Netanyahu û ji bo canê xwe xilas bikin, van deveran val bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst