Netanyahu li ser kuştina Xamineyî axivî: ‘Çi pêwîst be em dê bikin’

16-06-2025
Nîşan Benjamin Netanyahu Elî Xamineyî Şerê Îran û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amaje bi kuştina Elî Xamineyî da û got, “Çi pêwîst be em dê bikin.”

Benjamin Netanyahu civîneke medyayî saz kir û amaje bi kuştina Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî da.

“Çi pêwîst be em dê bikin”

Netanyahu amaje pê kir ku ew dikarin suîqestekê pêk bînin û got:

“Ez li pêşberî raya giştî qala hûrgiliyên plana me nakim lê çi pêwîst be em dê bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha got, “Me asmanên Tehranê kontrol kirine” û diyar kir ku wan sîstemên radarê û nîvê dronên Îranê jî ji holê rakirine.

Wî bi bîr anî ku wan li avahiya Televîzyona Dewletê ya Îranê xistiye û ew dê hinek êrişên xwe yên din jî eşkere bikin ku wan îro pêk anîne.

Li gorî gotina Netanyahu, wan heta niha 10 zanayên atomî yên Îranê kuştine û wan bi awayekî dijwar êrişî Tesîsa Nukleer a Netenzê jî kiriye.

Benjamin Netanyahu, ji ber piştgiriya ku dide spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst