Serokwezîrê Îsraîlê bi Erdogan re dicive

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye Yair Lapid Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Biryar e Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarîkirina 77emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe îro çû New Yorkê.

Di Civîna Giştî ya 77emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku li New Yorkê tê lidarxistin, gelek serkirdeyên cîhanê jî beşdar in. Civînên ku 157 serokên cîhanê hatin vexwendin, dê bibe yekem civîna rûbirû ya ku piştî derketina Covid-19ê.

Di nava şanda Tirkiyê de, serokê Îstixbaratê MÎTê Hakan Fîdan û wezîrê berevaniyê yê wî welatî jî hene.

Eger derfet çêbibe, Erdogan dixwaze Seorkê Amerîka Joe Biden jî bibîne û di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, dilgiraniya xwe bîne ziman û ji Amerîka bixwaze ku alîkarî û piştgiriya xwe ji HSD rawestîne.

Erdogan berî heftiyekê gotibû “Amerîka li ser heman xeletiya xwe a di derbarê HSDê de berdewam e û hemû piştevaniya çek û cebilxane û perwerdê pêşkêşî HSDê dike û gotibû, ew dê di derbarê vê helwesta Amerîkayê de ligel serokê wî welatî Joe Biden biaxive. 

Lapid Erdogan li Amerîkayê dicivin

Ji aliyê din ve Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihan ku  Lapid û Erdogan dê di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê bicivin.

Tirkiye û Îsraîl hewl didin ku têkiliyên dualî yên ku ji ber nakokiyên li ser mijarên herêmî zirar dîtine, sererast bikin, di nav wan de mijara Filistînê û siyaseta enerjiyê ya li Rojhilatê Derya Spî.

Meha borî têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de ji nû ve hatin sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst