Banga 750 saziyên Amedê: Ji bo Kurdî êdî dema statuyê ye

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Zimanê Kurdî Zimanê Dayîkê Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî 750 sazî platform û partiyên siyasî li Amedê kom bûn.

Saziyên zimanê Kurdî û civaka sivîl bi yek dengî xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.

Çalakî li ber Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hat lidarxistin û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta "Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî" hat vekirin.

Hevberdevka Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê, Cemîle Turhalli Balsak, di daxuyaniyê de axivî û xwest ku gavên li gorî ruhê pêvajoyê bên avêtin.

Cemîleyê di berdewamiyê jî de got, "Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, divê serestkirinên qanûnî bên kirin.

Dewleta ku bi salan e êrişî Kurdî dike, divê dev ji van êrişan berde.

Divê sansûra li parlamentoyê jî tavilê bi dawî bibe û pêwîst e dewlet bi lez gavan biavêje.”

Piştî axaftinan, deklarasyona hevpar bi sê zimanan hat xwendin.

Nivîsa Kurmancî ji aliyê Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê Heval Dilbahar a Kirmanckî (Zazakî) ji aliyê Birêvebira Enstîtuya Kurd a Amedê Suzan Vejan û ya Tirkî jî ji aliyê Hevserokê Şaxa OHDyê ya Amedê Muhîttîn Muguç ve hat xwendin.

Naveroka deklarasyonê

Di deklarasyonê de hat teqezkirin ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî mafên wekhev in.

Di berdewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin,“Tunehesibandin, qedexekirin, bişavtin û hewldanên jiholêrakirina zimanê Kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.

Divê zimanê Kurdî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna wê li hemû qadên jiyanê azad û serbest be.”

Di deklarasyonê de ev pênc daxwazên sereke hatin rêzkirin:

  • Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.
  • Zimanê Kurdî ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.
  • Navên hemû cihên ku bi eslê xwe Kurdî ne û hatine Tirkîkirin, cardin bibin Kurdî.
  • Hemû astengiyên yasayî yên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin.
  • Nasnameya Kurdan di destûrê de bê parastin da ku azadiya ziman mayînde be.

Banga li dewletê

Di deklarasyonê de bang li rayedarên Komara Tirkiyeyê hat kirin û wiha hat gotin,“Em daxwaz dikin ku van daxwazên me yên mirovî di destûr û yasayên xwe de qebûl bikin û ji bo pêkanîna wan hemû pêwîstiyên hiqûqî û siyasî bi cîh bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst