Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê piştî operasyoneke bidizî ya li Sûriyeyê, bi hezaran arşîvên ku aîdî sîxurê herî navdar ê Îsraîlê Eli Cohen bûn bi dest xistin û birin Îsraîlê.
Sîxurê herî navdar ê îstixbarata Îsraîlê Mossadê Eli Cohen bi rayedarên payebilind ên Sûriyeyê têkiliyên gelekî bihêz hebûn ku hatibû wê radeyê ku wezîran jî destnîşan bike.
Piştî ku eşkere bû Cohen Sîxurê Îsraîlê ye 18ê Gulana 1965an li Şama paytexta Sûriyeyê hatibû bidarvekirin.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku Mossadê di operasyoneke bidîzî de 2 hezar û 500 belgeyên Eli Cohen vegerandine Îsraîlê.
Belge û eşyayên wî yên şexsî di salvegera 60emîn a bidarvekirina Eli Cohen de vegerandin Îsraîlê.
Di arşîvê de çi heye?
Di nav materyalên ku hatine bidestxistin de nameyên bi destnivîs ên Cohen ji malbata wî re, delîlên têkiliyên di navbera sîxurê Îsraîlî û rayedarên payebilind ên Sûriyeyê de, wêneyên ku di salên karê wî yê veşartî li Sûriyeyê de hatine girtin û pasaportên sexte hebûn.
Di koleksiyonê de her wiha gelek tiştên şexsî yên Cohen, di nav de mifteyên apartmana wî ya li Şamê jî hebûn ku piştî girtina wî ji aliyê îstixbarata Sûriyeyê ve hatibûn bidestxistin.
Benjamin Netanyahu hin ji 2,500 belgeyên ji arşîva Sûriyeyê yên têkildarî Eli Cohen bi hevjîna wî Nadia Cohenê re parve kirin.
60 שנה לעלייתו לגרדום של אלי כהן ז"ל - היום נפגשתי עם נדיה כהן והצגנו לה מסמכים וחפצים אישיים שהובאו במבצע חשאי של המוסד.
— Benjamin Netanyahu - בנימין נתניהו (@netanyahu) May 18, 2025
אלי כהן הוא גיבור לאומי וסמל לנחישות. נמשיך לפעול ללא לאות להשבת נעדרינו ושבויינו הביתה.
יהי זכרו ברוך. pic.twitter.com/26Z4XPklde
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê got ku wesîyeta orîjînal a Cohen ku tenê çend demjimêran berî bidarvekirina wî hatibû nivîsandin, jî hat vegerandin.
Ofîsa Netanyahu serkeftina operasyonê bi hewldanên dehsalan ên Mossadê ve girê da û "ji bo dîtina her perçeyekî agahî li ser Eli Cohen da ku ronî bike ser çarenûs û cihê veşartina wî."
Her wiha notên destnivîsî yên berfireh ku ji aliyê îstixbarata Sûriyeyê ve li mala wî hatine berhevkirin hatin dîtin, ku tê de erkên ku ji aliyê Mossadê ve ji wî re hatine spartin, wekî talîmatên çavdêriya hedefekê û berhevkirina îstixbaratê li ser baregehên leşkerî yên Sûriyeyê yên li Quneytrayê hebûn.
Belgeya orîjînal a ku cezayê bidarvekirinê li Cohen hatiye birîn û her wiha nameyeke ku destûrê dide Rebî Nissim Andabo serokê civaka Cihûyan a Şamê di wê demê de ku di saetên wî yên dawî de bi Cohen re bicive, jî hatin dîtin.
Serokê Mossadê David Barnea got, "Ev gaveke din e di pêşvebirina lêpirsînê de ji bo dîtina cihê veşartina zilamê me yê li Şamê.
Em dê bi berdewamî ji bo dîtin û vegerandina hemû winda, qurbanî û revandiyan kar bikin."
Elî Cohen kî ye?
Elî Cohen, 6ê Kanûna Pêşîn a 1924an li bajarî Skenderyeyê yê Misirê ji malbateke Cihû ji dayîk bûye.
Di destpêka salên 1960î de tevlî Mossadê bûye û bi navê sexte yê Kamel Amîn Thaabet (Kemal Emîn Sabît) kariye ji jêr ve ta astên bilind bikeve nav birêvebiriya Sûriyeyê.
Tê gotin ku îstixbarata ku Cohen di çar salan de bi dest xistiye, di şerê 1967an de, bi taybetî jî di dagirkirina Girên Golanê de roleke sereke lîstiye.
Elî Cohen, wekî welatiyekî Îsraîlê tê naskirin ku di dawiya salên 1950î de di bin navê bazirganekî Sûriyeyî yê ku servetê xwe li Amerîkaya Latînî bi dest xistiye, li Sûriyeyê bi cih bûbû.
Elî Cohen wekî yek ji sîxurê herî girîng ên Îsraîlê tê qebûlkirin, di salên 1962-1965an de bi navê sexte yê Kemal Emîn Sabît li Şama paytexta Sûriyeyê wezîfe girtibû.
Cohen, têkiliyên ecêb û balkêş bi rayedarên bilind re danîn û hema bêje gihişt asta ku karibe wezîran tayîn bike.
Wî kariye xwe bigihîne gelek sirên leşkerî yên metirsîdar û wan agahiyan bandoreke mezin li têkçûna şerê 1967an kir.
Tê gotin ku cenazeya Cohen li cihekî nenas hatiye veşartin.
Lê belê, lêkolînên ji aliyê Îsraîl û Rûsyayê ve hatine meşandin, ew kaneat pêk aniye ku Cohen li Kampa Yermûkê hatiye definkirin.
Cohenê ku bi rayedarên bilind ên leşkerî yên Sûriyeyî re têkiliyên nêzîk bi pêş xistibûn û agahiyên li ser çalakiyên leşkerî yên li Girên Golanê û mekanîzmayên biryara dewletê berhev dikirin û radestî Îsraîlê dikirin, 18ê Gulanê ya 1965an hatibû daleqandin.
Cohen li Îsraîlê wekî qehremanekî neteweyî tê naskirin û gelek fîlm û rêzfîlm li ser wî hatine çêkirin.
Yek ji wan rêzefîlman jî "The Spy" (Sîxur) 2019an li ser Netflixê hatibû weşandin û cihê xwe di çanda populer de jî girtibû.
Tevî lêgerînên ku bi salan û bi dehan caran ji aliyê hikûmetên Îsraîlê yên li dû hev û Mossadê ve hatine kirin jî termê wî qet nehatiye dîtin.
Artêşa Îsraîlê, ji dema rûxîna rejîma Beşar Esed a di meha Kanûna Pêşîn a 2024an de, herêma tampo a li başûrê Sûriyeyê dagir kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse