Marco Rubio hişyarî da: Dibe ku Hikûmeta Sûriyeyê tenê çend hefteyan dûrî rûxînê be

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand, “Dibe ku desthilata veguhêza a Sûriyeyê tenê çend hefteyan dûrî rûxînê be.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, piştî hevdîtina xwe ya bi serkirdeyên qonaxa veguhêz a Sûriyeyê re hişyarî da.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio anî ziman:

“Nirxandina me wiha ye, dibe ku desthilata veguhêz a Sûriyeyê tenê çend hefteyan dûrî rûxînê û şerê navxwe be.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî dide desthilata nû ya Sûriyeyê ku dibe ku di çend hefteyên pêş de şerekî navxwe derkeve û birûxe.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio behsa wan sedeman kir ku heta niha bûne asteng li pêşiya vekirina balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyeyê.

Hişyariya rûxîna desthilata nû ya Sûriyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di axaftina xwe ya li Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê ragihand, dibe ku di çend hefteyan de desthilata niha ya Sûriyeyê birûxe û parçe jî bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa bidawîhatina rejîma Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şamê ve kir û got:

“Di meha Kanûna Pêşîn a sala borî de guherînek li wî welatî çêbû.

Nûçeya xirab ew e ku nasnameya kesayetiyên di nava desthilata demkî de xwe ji aliyê FBIyê ve nehatine kontrolkirin.

Ew xwedî dîrokeke tund in. Eger em bi wan re pêwendiyan deynin, dibe ku encam hebe û dibe ku tunebe jî.

Bi rastî, nirxandina me bi vî rengî ye, ez dixwazim eşkere bibêjim, dibe ku desthilata demkî çend hefteyan dûrî rûxînê be, ne çend mehan, her wiha çend hefteyan ji şerekî navxwe dûr be ku her kesî li xwe bigire û welat parçe bibe.”

Li Sûriyeyê çend hêzên cuda hene, ji wan hêzên desthilata navendî ya Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Durziyan.

Nêzîkî ji sedî 30ê ji axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola HSDyê de ye û artêşa defakto ya Rêveberiya Xweser e.

Hêzên Durziyan jî zêdetir li sinorê parêzgeha Siwêdayê û Quneytirayê yên li başûrrojavayê Sûriyeyê ne û nêzîkî ji sedî 5ê axa Sûriyeyê di bin desthilata wan de ye.

Venekirina Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di bersiva wê pirsê de ku çima heta niha balyozxaneya welatê xwe li Şamê venekiriye got:

“Li Sûriyeyê hin tişt hene ku divê em li ber çavan bigirin da ku em xwe biparêzin.

Mijar ne tenê ew e ku tu kesan bişînî nav welêt, divê tu bikarî kesan ji welêt jî derbixî.

Eger kesek zerer bibîne, divê plana te ya derxistinê hebe.

Her wiha ew mijar jî heye ku gelo tu dikarî avahiyê ji êriş an komeke çekdar biparêzî, ji ber ku mixabin heta niha hejmareke mezin a komên çekdar li welêt digerin bêyî ku werin kontrolkirin.

Ev jî yek ji wan astengên sereke ye ku desthilata demkî rû bi rû bûye.”

Di çend mehên borî de hejmarek ji dîplomatên payebilind ên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê çûn serdana Sûriyeyê û hin ji wan welatan jî balyozxaneyên xwe li Şamê vekirine ku Almanya û Fransa jî di nav de ne.

Astengên li pêşiya desthilata nû ya Sûriyeyê

Rubio amaje bi wê jî kir ku beriya ku şerê navxwe sala 2011ê derkeve hin taybetmendiyên erênî li Sûriyeyê hebûn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio anî ziman:

“Nûçeya baş ew e ku nasnameyeke neteweyî ya Sûriyeyê heye.

Sûriye yek ji wan cihan bû li Rojhilata Navîn ku tê de Elewî, Cihû, Mesîhî, Sunî, Şîe û Kurd bi hev re di bin sîwana nasnameya Sûriyeyê de dijiyan heta ku Esed hemû ew bi hev re dan şerkirinê.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand ku 14 salên borî yên şerê navxwe gelek astengên mezin ji bo Sûriyeyê û welatiyên wê çêkirine.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê da zanîn:

“Astengê yekem ew e ku ew bi bêbaweriyeke navxwe ya kûr re kar dikin, ji ber ku Esed ew kom bi hev re dan şerkirin.

Esed bangaşeya vê yekê dikir ku ew parastvanê Elewî û Mesîhiyan e, li ser vê bingehê jî berê wan dida şerê Cihûyan û aliyên din. Encama vê jî bêbaweriyeke mezin e.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa astengiyê duyem kir û anî ziman:

“Zêdetir ji 7 mîlyon kesî li derveyî welêt dijîn. Ji bîr nekin ku ew di wan welatan de ku berê xwe dane wan gelek serkeftî ne.

Divê em li ser vê yekê bifikirin ka çawa em alîkariya desthilata demkî bikin ku zeminekê amade bike ji bo vê yekê ku ew kes vegerin welatê xwe û bibin alîkar ji bo vejandina aboriya xwe.”

Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump 13ê Gulanê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî ragihand, biryar daye ku cezayên welatê xwe yên li ser Sûriyeyê rake ku derfetekê bide desthilata nû ya Sûriyeyê ji bo avakirina welatê xwe.

Rubio ji endamên Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê re got:

“Tiştê ku Serok Trump teşwîq kir ku di mijara cezayan de gavên bilez biavêje, ew bû ku planeke me hebû.

Me li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derve re pêwendî danî, me vîze dayê da ku ew were welêt û me rê da Wezîrê Darayî jî ku bê vir ji bo civînên Bankaya Cîhanî ya li Washington DCyê.

Gava pêş de ew bû ku ez bi Wezîrê Karên Derve re kom bibim. Dibe ku hin ji we li Munîhê (Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê ya Sibata 2025an) ew dîtibin.

Lê plana min ew bû ku ez li Tirkiyeyê di civîneke NATOyê de pê re bicivim.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa wan sedeman kir, bûne egera wê yekê ku Donald Trump biryarê bide cezayên li ser Sûriyeyê rake û got:

“Serok Trump biryareke wêrek da û got ku ez ê bi Ehmed Şer re bicivim û Siûdî û Tirkiye jî teşwîq kir.

Welatên herêmê dixwazin alîkariya Sûriyeyê bikin û nikarin vê yekê bikin, ji ber ku ew ji cezayên me ditirsin.

Rakirina dorpêçan alîkariya welatên cîran dike ku ew alîkariya desthilata qonaxa veguhez bikin ji bo wê yekê ku mekanîzmaya birêvebirinê û hikûmetekê ava bike û hêzên ewlehiyê di bin sîwanekê de kom bike.”

Rewş bandorê li ser aramiya hemû herêmê dike

Marco Rubio diyar kir ku rewşa Sûriyeyê bandorê li rewşa hemû herêma Rojhilata Navîn dike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio anî ziman:

“Her dema ku Sûriye nearam bûye, hemû herêm nearam bûye.

Ev jî ew rewş bû ku Bihara Erebî serhildana li hemberî Beşar Esed bi xwe re anî ku hemû herêm bê îstiqrar kir, piştre jî Sûriye bû qada komên cîhadî ku DAIŞ û komên din jî di nav de ne.”

Marco Rubio her wiha got:

“Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime, bandoreke mezin li ser tiştê ku li Libnanê diqewime dike, ji ber ku Libnan jî bi sedemên çend şerên sînorî zerer dîtiye.

Ji ber vê yekê eger em behsa du salên din bikin ku tê de Sûriye û Libnan îstiqrar bin, dê derfeteke mezin li herêmê ji bo her cure aştî û ewlehiyê û bidawîanîna nakokî û şeran hebe.

Ji ber vê yekê tiştê ku heye ezmûneke mezin e lê derfeteke dîrokî ye jî.”

Di bersiva wê pirsa ku gelo dibe ku ew vîzeyê bidin Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê destnîşan kir, dibe ku ji bo civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî vîze pê bê dayîn û biçe Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst