Netanyahu bi jehrê ket

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Bijehrêketin Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber xwarineke xerabûyî bi jehrê ket.

Hat ragihandin ku Netanyahuyê 75 salî ku bi şev nexweş ketibû, ji ber ragirtina roviyan (îltihaba roviyan) li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Bijîşkên wî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Netanyahu baş e lê ew dê sê rojan bêhna xwe vede.

Beşdarî civîna kabîneyê nebû

Ofîsa Serokwezîriyê daxuyaniyek da û ragihand ku Netanyahu ji ber xwarina xerabûyî roviyên wî ra girtine û şeva borî nexweş ketiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser fermana bijîşkan, ew dê 3 rojan li malê bêhna xwe vede.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber kêmbûna avê ya di laşê wî de, bi rêya demarê dermanên şil didinê.

Piştî ku nexweşketina Serokwezîr Netanyahu hat zanîn, Wezîrê Ewlehiya Niştimanî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

"Pêdiviya gelê Îsraîlê, welat û ewlehiyê bi te heye da ku em hemû karên baş ên ku em bi hev re dikin, li her eniyê bi wêrekî û biryardarî bidomînin."

2023yan pîl li dilê Netanyahu dabûn û Kanûna Pêşîn a borî jî piştî enfeksiyona rêyên mîzê ketibû, prostata wî hatibû jêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst