Hewlêr (Rûdaw) - Reutersê ragihand ku Amerîkayê balyozê xwe yê Enqereyê Thomas Barrack wekî nûnerê taybet ê ji bo Sûriyeyê erkdar kir.
Di nûçeya Ajansa Reutersê de hat ragihandin ku rêveberiya Trump dê Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Thomas Barrack di heman demê de wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê jî peywirdar bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de li Siûdiyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hevdîtin kiribû û gotibû ew dê dorpêçên li ser Sûriyeyê rakin.
Pêwendî dê bi rêya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê were kirin
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio duh li pêş Komîteya Têkiliyên Derve ya Sentaoyê de ragihand ku pêwendiya bi rayedarên Sûriyetê re dê bi rêya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê were kirin.
Marco Rubio da bû zanîn ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê dl pêdiviyên şêniyan û alîkariyên pêwîst ên tên xwestin diyar bike.
Çavkaniyeke dîplomasî li Tirkiyeyê ji ajnasa Reutersê re eşkere kir ku Amerîka dixwaze balyozê xwe yê li Enqereyê wekî nûnerê taybet ê ji bo Sûriyeyî tayîn bike.
Tom Barrack kî ye?
Tom Barrack 77 salî ye û li eyaleta Californiayê ya Amerîkayê ji dayik bûye û mezin bûye.
Wî xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Başûrê Californiayê û xwendina xwe ya hiqûqê jî li Zanîngeha San Diegoyê qedandiye.
Barrack, neviyê malbateke koçberên Xirîstiyan ên Libnanî ye ku sala 1900î ji bajarê Zeleyê yê Libnanê koçî Amerîkayê kiriye.
Bavê wî xwediyê marketeke biçûk û dêya wî sekreter bû.
Di salên xwendekariyê de werzîşa rugbyê kir û wekî parêzer li Erebistana Siûdî xebitî.
Salên 1980yî di birêvebiriya Ronald Reagan de wekî alîkarê misteşarê Wezareta Karên Navxwe kar kir, bi Serokê 40emîn ê Amerîkayê Ronald Reagan re li herêma Rancho del Cielo ya Californiayê cîrantî kir.
Ew 30ê Nîsana 2025an li Senatoya Amerîkayê li hemberî 36 dengên “na” bi 60 dengên “erê” wekî Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse